Malper | Polîtîk | Medya tirkî gotara Barzanî dinirxêne

Medya tirkî gotara Barzanî dinirxêne

Karvedana (Reaksyona) medyaya tirkî li himber hevpeyvîna serok Barzanî ya digel BCC-farisî, ku serokê Kurdistanê di wê hevpeyvîna xwe de dibêje `` Dewleteke serbixwe ya Kurdistanê xewin û hêviya min e û eger parlementoya Kurdistanê û xelkê Kurdistanê di rapirsînekê de dewleteke serbixweya Kurdistanê bixwaze kesek nikare vê biryarê cîh bi cîh neke.``

Li ser vê gotina serokê Kurdistanê medya tirkî bi gelek awayan şirove kirin û karvedanek li himber vê gotina serokê Kurdistanê dan nîşandan. Lê baş tê zanîn ku serokê Kurdistanê Mesud Barzanî her demî li ser serxwebûna welatê xwe ev gotin dema pêwist aniye ziman .

Hinek manşetên di medya tirkî de di derbarê gotona serokê Kurdistanê de derketîn pêş evin:

1- Ji aliyê Barzanî ve îşareta Kurdistana serbixwe da.

2- Barzaî: Hêviya min Kurdistaneke serbixwe ye.

3- Serokê pêşmerge pirsa serxwebûna Kurdistanê aktuel dike.

4- Ji aliyê Barzanî ve pilana Kurdistaneke serbixwe tê amade kirin.

5- Barzanî ji bo Kurdistaneke serbixwe çavê xwe digire.

6- Barzanî behsa dewleta Kurdistanê kir.

7- Ji gotinên Barzanî bêhna Kurdistaneke serbixwe dihat.

8- Barzanî îşaret bi wê yekê kir ku helwestê gelê Kurdistanê her çi be, ew dê piştgiryê lê bike.

9- Barzanî jî hêmayê serbixweya Kurdistanê nîşan da.

10- Barzanî li pişt Kurdistaneke serbixwe ye.

11- Barzanî xweina xwe ku Kurdistaneke serbixwe ye eşkere kir.

12- Barzanî ku hevalbendê AKP ê ye behsa Kurdistaneke serbixwe kir.

13- Barzan: Eger gelê Kurdistanê daxwza serxwebûnê bikin, ez nabime rêgir.

14- Barzanî daxwaza dewleteke serbixwe kir.

15- Barzanî ji sînorê xwe derketiye.

16- Barzanî di xem û derdê wê yekê daye kKurdistaneke serbixwe ava bike.

17- Serok Barzanî jib o serxwebûnê got belê.

18- Barzanî îşaret bi dewleta Kurdistanê kir.

 

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Pirsa Kurd û rewşa siyasiya Kurdistanê

Nivîskar û siyasetmedar Abit Gurses û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso Tv de bi rêvebiriya bernameya rojnamevan Cemal Batun de buyer û rudawên girîngên Kurdistan û Tirkiye û li Rojhilata Navîn û her wiha encamên serdana Serok Barzanî ya Bulgarîstanê dinirxînin....



Karvedana gotara serokê Kurdistanê di mediyaya tirkî de
Karvedana gotara serokê Kurdistanê Masûd Barzanî di mediyaya tirkî de: Serokê Kurdistanê Masûd Barzanî bi minasebeta cejna Newrozê peyameke pêşkeşî gekê Kurdistanê kir û di peyama ...
Karvedana hevpeyvîna serokê Kurdistanê di mediyaya tirkî de
  Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtineke taybetî de bi kanala Şerqiye ya Îraqê re rewşa siyasî ya aloz a Îraqê şîrove kir. Barzanî di hevpeyvîna ...
Ji %81 dewleteke serbixwe ya kurdî dixazin
Ji %81 ji xelkê Kurdistanê di rapirsyekê de ji damezrandina dewleteke serbixwe ya kurdî re got (erê). Li gor rapirsiyekê ku di malpera NRT da li ...
Ciwanên Swêdê Kurdistaneke azad qebûl kir
Stockholm 8/8/2011- Yakêtiya Ciwanên Sosiyaldemokratên Swêdê di kongreya xwe y avê dawiyê de serxwebûna Kurdistanê pjrand. Di rojên 2-5ê vê mehê de Yekêtiya Ciwanên Sosiyaldemokratên swêdê ...
Dewletek felestînî kurdan nêzîkî serxwebûnê dike
Dan Ehrlich di malpera The Huffington Post gotarek li ser serxebûna Felestînê nivîsiye û tê de dibêje ku eger Felestîn serxwebûna xwe werbigire hîngê dê ...