Malper | Polîtîk | YNKê nekarî li ser yek kandîdat li hev bike

YNKê nekarî li ser yek kandîdat li hev bike

Fereydun Ebdulqadir

Ereydun Ebdulqadir di daxuyaniyekê de red kir ku ew ji bo wergirtina postê cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hatibe destnîşan kirin û ew ne amadeya careke din postên hikûmî û hizbî werbigire.

Piştî ku di mediyayê de nûçeyek hatiye belav kirin ku YNKê di civîna xwe ya duhî de, Ereydun Ebdulqadir bo postê cîgirê serokê hikûmetê destnîşan kiriye, Ereydun Ebdulqadir endamê berê yê serokatiya YNKê di daxuyaniyekê de got:

- Destnîşankirina kesekî/ê bo postê cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peywendî bi serokatiya YNKê û saziyên wê ve heye, nuha min tu peywendî digek YNKê nine û ew nûçe nerast e.

Duhî serokmarê Îraqî û sekreterê Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistanê Celal Talebanî ber bi Bexdayê ve birê ket. Beriya talebanî Silêmaniyê bi cî bihêle çend rojena li ser hev serokatiya civînên polîtbûroya YNKê kir û di wan civînan de bi germî minaweûeya wê yekê hat kirin ka YNK kê ji bo postê cîgirê serokê hikûmetê destnîşan bike. Li gor hin çavkaniyên polîbûroya YNK nikarî li ser yek kandîdat li hev bikin û dawiyê li ser Ereydun Ebdulqadir ku demek dirêj eji NYKê dûrketiye û tu peywendiya digel YNKê nemyar li hev kir.

Ereydun Ebdulqadir jî bi daxuyaniyekê ew nûçe red kir.

Li gor hindek çavkaniyan ji ber du sedeman YNKê Ereydun Ebdulqadir bo postê cîgirê serokê hikûmetê destnîşan kir:

1- Ji ber wan arîşe û nakokiyên di nav polîtbûroya YNKê de nekarîn li ser yek kandîdat li hev bikin.

2- Bikandîdadkirina Ereydun Ebdulqadir, YNK dixwaze careke din wî qanî bike û vegerîne nav rêzên YNKê.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Divê tawana helebçe wek jenosîd bê naskirin
Silêmanîyê – serokê komeleya qurbanîyên kîmyabarankirina Helebçe da ragihand, ku wan daxuyaniyek belav kirine û tê de daxwaz kirine, ku divê dadgeha bilinda tawanan a ...
YNK ber bi çarenivîsek nediyar diçe
Paşeroja YNKê nediyar e Nûçeanalîz- Di van rojan de di mediya başûrê Kurdistanê de li ser çarenivîs û paşeroja Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) gelek minaqeşe tê ...
Goran hêzeke desthilatxaze ne reformxaze
Tevgera Goran xwe weke hêzeke opoziyon daye diyar kirin û ew xwe weke hêzeke reformxaz hisab dike. Lê gelo di rastiyê de wisaye? Goran reformxaze ...
Norvêjê vîza neda taximê fûtbola Kurdistanê
Serokê Federasyona Futbolê ya Kurdistanê (FFK) Sefîn Kanebî diyar kir ku, ji ber arîşeya vîzeyê, tîma futbolê ya Kurdistanê nikare beşdarîyê di Kupaya Norveçê de ...
Barzanî bi telefonê li rewşa Talebanî pirsî
  Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî, duhî bi rêya telefonê peywendî bi serokomarê Îraqê Celal Taleban  kir û li rewşa wî ya tendirostî pirsî. Serok Barzanî di vê ...