Malper | Polîtîk | Hemî neteweyan pêwîste mafê destûrî û mirovî hebe

Hemî neteweyan pêwîste mafê destûrî û mirovî hebe

Bülent Arınç cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê di kongreye çawarem ya liqa Manîsa ya AKPê  de peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de tekîd li ser wê yekê kir ku êdî cudahiyên netewî û olî li Tirkiyeyê nemane û ew cidahiyên beriya nuha di navbera netewe û olan de hebûn li ser destê AKPê ew cudahî ji hole hatin rakirin û nuha hemû netewe û ol wek bira bi hevre li Tirkiyeyê de dijîn.
 
Bülent Arınç got:
 
-       Ew feriq û cudahiya li Tirkiyeyê hebû, AKPê ji hole rakir. Yên ku ji ber kincan, ol û netweyî cudahî dikir li Tirkiyeyê neman, çunkî me, ew hemû jibavbirin. Îro di vî welatî de dive hemû kes bi awayekî normal behsa nasnameye xwe bike. Wan neteweyan pêwîste mafê destûrî û mafê mirovî hebe. Me bi hev re ev welate ava kir û Komar îlan kir. Me bi hev re şerê rizgariya Tirkiyeyê kir. 

Bi hezaran salane hemû pêngav me bi hev re û bi awayekî biratî avêtin û tu kes nikara vê biratiyê têk bide.


Cîgirê serokweîrê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de behsa siyaseta AKPê kir û got ku, Tirkiye hemû neteweyan weke yek himbêz dike û wî weha berdewam kir:
 
-       Rê û siyasete me ewe ku di vî welatî de her neteweyek be bila bibe, hemûyan himbêz bikin û mafê nasnameya ewan jî di bin garantiya me de ye, pêdana wê nasnameyê jî ne tişteke ku em bi xêra xwe pêşkeşî wan dikin, lê mafekê wan yê xwezayî ye. Êdî nabe feriq û cudahî hebe. Em dibêjin yekêtî, yekrêzî û bihevrejiyan.
 
Arınç di dawiya peyva xwe de behsa wan kes û aliyan kir yên ku yekrêzî û yekêtiya Tirkiyeyê dilgiran di bin û got:


 -       Ez dizanim ji bo yekêtiya Tirkiyeyê çi pêwîste, yên ku dilgiran jî dibin, çi dikin bila bikin.


Rojevakurd


Nêrîn (1 nivîsand):

Balagesh di 11/01/2012 09:58
avatar
Shekir û qamchî... Polîsê bash û polîsê nebash... Lîstika kevn a mêtingeran.

Niha Erdohan polîsê nebash e, Bulent Arinc jî yê bash.. Lê sibeyê?
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

Şivan Perwer bersîva rexnegiran dide (Video)

Şivan Perwer bersîva rexnegiran dide...



Gaza Kurdistanê baştirîn alternatîv e
Rojnameya Financial Times di raporeke xwe de behsa patrol Kurdistanê û siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê li hember herêma Kurdistanê dike û dinîvîse ku hebûna neftê wesa ...
Gaza li hemer karebê
 Taner Yildiz wezîrê çavkaniyên xwezayî li Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de behsa gaza xwezayî a başûrê Kurdistanê kir û got ku, li himber gaza xwezayî Îraqê ...
Pêwistiya kurd û tirkan bi biratiyê heye
Rojnamevan Ebdulrehman Dîilipak di nivîseke xwe de li malpera Haber Vakti de weşandiye, behsa wê yekê dike ku Îraq ber bi parçebûnê diçe û rewşa ...
Ji %40 jin li Tirkiyeyê di rewşeke xerab a civakî de dijîn
Li gor nûçeyeke bernameya Auslandsjournal di kanala ZDF aelmanî de, ji %40 jin li Tirkiyeyê di rewşeke xerab a civakî de û din tirsê de, ...
Serdanan Barzanî dê tesîreke pozîtîv li ser pirsa kurd li Tirkiyeyê bike.
Daxwaziya me jî ewe ku piştî vê seredanê êdî peywendyên her du aliyan di hemû waran de ber bi qonaxeka gelek baş biçin. Kurd bibin fakterek mezin û kartêker di siyaseta herêma Rojihelata Navîn de û ev yeke jî dê rêyên çareserkirina pirsa kurdî li parçeyên din yên Kurdistanê jî veke...