Malper | Polîtîk | Eger kongreya niştimanî li Bexdayê be serokê Kurdistanê beşdarî nake

Eger kongreya niştimanî li Bexdayê be serokê Kurdistanê beşdarî nake

Serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê ragihand, ku ev kongireya niştîmanî ku biryar weha ye bo çareserkirina arîşeyên Iraqê bihê sazkirin, heger li Bexdadê bihî sazkirin serokê  Kurdistanê beşdarîyê tê de nake.

Serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên di konferansek rojnemevanî de ragihand:  ´´ Em gerek hemû hewlên xwe bo çareserkirina arîşeyan bidin. Niha bas tê kirin, ku ew kongireya han serkevtî nabe, em nikarin biryara pêşdem bidin û nabe her ji niha ve em bêhêvî bin.´´

Fuad Husên got ku pêwiste ev kongre li cihekî bê çêkirin ku hemû alî li ser razî bin. Husên got, ku heger hemû alî razî nebin ku ew kongireya niştîmanî li Bexdadê bihê sazkirin, hingê herêma Kurdistanê amade ye pêşwazîyê li ewê kongireyê bike.

Serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê herwisa aşkira jî kir, ku heger ew kongireya han li Bexdadê bihê sazkirin, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarîyê tê de nake.

Ji alîyekê din ve di derbarê pêwendîyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê de jî Fuad Husên ragihand: ´´ Komîteyeka taybetî pêk hatiye da ku ew rêkevtinnameya ku di navbera Amerîka û herêma Kurdistanê de ye, binivîse û bixe ser kaxezê. Em hêvîdarin ku ew rêkevtinnameya han bibe bingehek hevbeş.´´


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Dadgeha Bexdayê pişta xwe dide Helebçe
Heta niha 7000 gilî ji aliyê Helebçeyiyan ve li dadgeha giştî ya Iraqê hatine tomarkirin. Lê dadgeha Iraqî giliyên wan red kir. Li gora nûçeya PNA, ...
Li Surî cardin kuştî û birîndar
Li Surî xwepêşandanên îro bi navê ´´îna ber bi pêş ve heta ruxandina rejîmê´´ hat sazkirin. ...
Wezên bi kurdî li mizgefta fermî
WE`ZÊN KURDÎ LI MIZGEFTA FERMÎLi hin mizgeftên Bakûrê Kurdistanê, dest bi dana we´zên kurdî hatiye kirin. Ev we´zên hanê di rojên înan de têne dayî. ...
Rojnemevanên Hewlêr êrîş şermezar kirin
Piştî ku çend kesên nenaskirî li Silêmanîyê êrişî ser Nivîskar û rojnemavn Asos Herdî kirin û ew birîndar kirin, komek ji rojnamevanên bajarê Hewlêrê di daxuyaniyekî de ew êriş şermizar kirin. ...
Berhema ´´Gurba [wa] Mush´´ a Elmas Xanê Kermanşayî derket
AGEHÎ LI SER ZENCÎRA BERHEMÊN KLASÎKÎ YA WEŞANXANEYA KURDÎ - SARAyê: (1)Berhem Ji Zencîra Klasîkên Kurdî:  Berhema ´´Gurba [wa] Mush´´ a Elmas Xanê Kermanşayî derketWek ...