Malper | Polîtîk | Erdoganî rêya çiya nîşanî Leyla Zanayê da

Erdoganî rêya çiya nîşanî Leyla Zanayê da

 

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li hemberî daxuyaniya Leyla Zana ku gotibû “çek garantiya hebûna kurdan e” tund axivî û rêya çiya nîşanî wê da. Derbarê daxuyaniyên Hevserokê BDPê Demirtaş de jî got: “Hema tu me nasnekî jî ma xema kî ye. Gel me nas dike.”

Erdogan duhî di civîna koma partiya xwe AKPê ya li parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û di axafyina xwe de pêşketinên li Sûriye, Iraq, herêmê û siyaseta navxwe ya Tirkiyeyê nirxandin. Erdogan derbarê komkujiya Roboskê ya Qilebanê ku, piraniya wan zarok, 35 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû de jî got:

- Di sê aliyan de lêpirsîn didome û herwiha sererkaniyê jî lêpirsîna îdarî vekiriye.

Erdogan îdia kir ku hin aliyan hemberî partiya wî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi zanebûn kampanyaya reşkirinê dest pê kirine û got:

- Prensîba me ‘Mirovî bijîne ku dewlet bijî’ ye. Me tu car ne got ‘di serî de dewlet’, me her tim got di serî de mirov. Tiştên li me hatine kirin, me jibîrnekirine û ji bo kesên din jî em vana rewa nabînin. Jiyana me bi têkoşîna li hemberî statukoya zordar, ceberut û zextker derbas bû.

Erdogan îdia kir ku, her ku dixwazin li herêmê gavên aborî bavêjin bi gef û çalakiyan re rû bi rû dimînin û şaredariyên BDPê jî bi xizmetnedayînê tawanbar kirin. Erdogan, li ser gotinên derbarê girtina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de jî got: “Em naxwazin partî bên girtin. Kî sûcek kiribe divê ew bê cezakirin.” 

Erdogan BDP wek CHPa Bakurê Kurdistanê binav kir û got:

- BDP, di şopa CHPê de dimeşe û wê ji xwe re mînak digre. Bênfirehiya wan ji bo azadî, demokrasî û pirdengiyê nîne. Behsa xweseriyê dikin, divê di destpêkê de tu xweser bî. Dema tek partî ya CHPê çibû, BDPa îro jî ew e. Hevserokên BDPê di demên dawî de daxuyaniyên ku hedê wan derbas dike didin. Ji bo min dibêjin ‘Em te nas nakin. Bi qedra xwedê hema tu binasî çî ye, nenasî çî ye. Milet me dinase... Bi peyva ‘onbaşi’ dixwaze heqaret li sererkanê me bike, lê di rêxistina terorê de 10 mih jî radestî te nayê kirin.

Derbarê gotina parlamentera Amedê Leyla Zana ku gotibû ‘Çek garantiya gel e’ Erdogan got:

- Hin derdikevin dibêjin ‘çek garantiya me ye. Wê demê ti çima hatî bin vê banê. Tû jî derketiba çiya. Hin dibêjin em dewletê qebûl nakin, hinek jî AKPê wek dijmin îlan dike. Bi vê xwe ji latan davêjin. Keştiyên xwe dişewitînin.

 

Rojevakurd/Rûdaw


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Gelo di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi rû dide ? (Video)

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bîlek û nivîskar Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso Tv de bi rêvebiriya bernameya rojnamevan Cemal Batun de buyer û rudawên girîngên vê heftiya dawî ya Kurdistan û Tirkiye û li Rojhilata Navîn û her wiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dinirxînin....



Zana: Pirsa kurd nabe bibe qurbana çend dengan
Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê namzetên xwe yên Diyarbekir dan nasandin. Ji namzetên blokê Leyla Zana bibîrxist ku berî 17 salan jinavbirin û înkar hebû ...
Eger Erdogan çareser bike dê bikeve dîrokê
Rojnamevan û nivîskar Hasan Cemal û Namik Durukan çûn Qendîlê û bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan re hevdîtinek pêk anî....
Barzanî dikare navbera PKK û hikûmetê de rolê serekî bileyîze
Bi rojane di rojeva Tirkiyê de behsa projeyeke nû ya ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve tê kirin. Li gor vê projeya nû wê Qendîl û ...
Malîkî : Helwesta Tirkiyê, wana ber bi dijmantiyê ve dibe
Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, ji hemberî Tirkiyê daxuyaniyek tûnd da. ...
Niha piştgiriyê bidin Erdoğan
Serokwezîr Erdoğan, li Rojhilata Navîn serdaneke gelek serkeftî pêk tînê lê qeyda bantên “hevdîtinên MİT-PKK’ê” kete rojevê.Dema ku kuçeyên Eraban lêdan qesrên Eraban hilweşandin, Erdoğan ...