Malper | Polîtîk | Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir

Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir

Erdogan û Malikî

Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir

Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan digel  serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî bi telephone rewşa aloz û kirîza siyasiya Îraqê gotûbêj kir.

Erdogan ji Malikî re got ku eger ew nakokiyên di navbera aliyên siyasiyên îraqî de yên ku bi hevre hikûmetê birêve dibin ber bi dijminatiyê biçe, dê tesîreke xerab li ser pirosesa dokrasiya Îraqê bike.

Li gor hindek çavknaiyên agadar Erdogan tirsa xwe li hember parçebûna Îraqê nîşan daye û ji malikî re gotiye:

- Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê û dirustbûna nakokiyên mezhebî û netewî, tirsa wê yekê peydabûye ku Îraq ber bi aloziyeke mezin biçe.

- Wezîfeyeke mezin dikeve ser milên serokwezîr (serokwezîrê Îraqê) ku, di avbera aliyên siyasiyên îraqî de aşitî û lihevnêzîkbûnê dirust bike.

Herwesa serokwezîrê Tirkiyeyê di peywendiya telefonî de ya digel serokwezîrê Îraqê tekîd li ser aşitiya çivakî kiriye û gotiye divê mehkemekirina kesatiyên siyasî hizira siyasî nebe.

Erdogan ji Malikî re behsa siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ya li hember Îraqê kiriye û gelek tekîd li ser yekparşeyîya Îraqê kiriye:

- Siyaseta Tirkiyeyê beramber Îraqê ewe ku serweriya welat, yekparçeya xak û yekêtiya siyasiya Îraqê parastî be û gelê Îraqê di nav aşitî, xweşî û demokrasiyê de bijît.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

BDP çima nikare rojevê pêkbîne?

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso Tv de bi rêvebiriya bernameya rojnamevan Cemal Batun de bûyerên dawî yên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiye û Rojhilata Navîn dinirxînin....



Du mehe sefîrê Tirkiyeyê nikare Malikî bibîne
Berî heyamekî di navbera serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan û serokwezîrê Îraqê Malikî de şeredaxuyanî hebû û wê yekê wusa kir ku alozî di navbera Bexda û ...
Parastina jiyana Haşimî ji bo Erdogan giring e
Piştî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî êrîşên xwe bo ser cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî berfirek kirîn, Enqer deriyên xwe ji bo pêşwazîkirin û parastina Tariq ...
Progrma serdana Erdogan bo Hewlêrê diyar bû
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Anadoluyê, serokwezîr Erdogan dê beşdarî merasîmên vekirinê yên konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê û balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bibe...
Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî
Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî Li gor hin çavkaniyan Enqere daxaz ji Amerîkayê kiriye ku bi a serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî neke û her karekê ...
Piştî pêkanîna hikûmetê Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyeyê
Li gor hindek çavkaniyan, piştî pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîrê Kurdistanê dê bi fermî serdana Tirkiyeyê bike. Nêçîrvan Barzanî di çarçoveyî ...