Malper | Polîtîk | Barzanî çima 40 hezar dolar da

Barzanî çima 40 hezar dolar da


 
Şandeke herêma Kurdistanê bi serokatiya waliyê Duhokê Temer Remezad bi nûneratiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî merasima sersaxiyê ya qurbaniyên Roboskê bûn û li ser nave serokê Kurdistanê 40 hezar dolar weke alîkarî dan malbatên qurbaniyan.

Vê meseleyê gelek di mediya Tikiyeyê de deng veda û heta pirsa 40 hezar dolaraên serokê Kurdistanê ku weke alîakrî dane malbatên qurbanyên Roboskê gihişte nav parlamentoya Tirkiyeyê.

 Li ser vê pirsê waliyê Şirnexê jî daxuyaniyek da çapemeniya tirkî û dibêje ku xizmatî di navbera xelkê wîlayeta Şirnexê û herêma Kurdistanê de heye û di çarçoveyê wê xizmatiyê de ew pere li ser malbatên qurbaniyên Roboskê hatiye dabeş kirin.

Waliyê Şirnexê di daxuyaniya xwe de dibêje:

-  Di piraniya medya ya Tirkiyeyê de hatiye weşandin ku ji welatê Îraqê 40 hezar dolar bi ser malbatên qurbaniyên Roboskê da dabeş kirine. Li herêma me dema merasimên sersaxiyê tên saz kirin, xarin û çayê didin mêvana, ev jî ji kultur û adetên herêma mene daku, xema xwediyê taziyê sivik bibe û bare wan giran nebe. Yên ku beşdariyê di taziyê de dikin alîkariya xwediyê taziyê bi awayekî dikin. Ew pereye her di vê çarçoveyê de hatiya dan. Xizmatî di navbera xelkê Şirnex û Îraqê de heye û di çarçoveyê wê ximatiyê de grupeke hatiye taziya malbatên qurbaniyan. Ew pere jî di vê çarçoveyê da hatiye dan.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Helebçe Mirinên Bêhn Sêvî (Video)

Belgefîlmek li ser Helebçeyê li televizyona TRT6 de bi navê Helebçe Mirinên Bêhn Sêvî hate belavkirin...



Parlamentoya Kurdistanê serdana Qilabanê dike
Parlamenterê Kurdistanê, Ehmed Wertî, diyar kir, şandeke parlamentoya Kurdistanê dê sibê serdana bajarê Şirnexê yê  bakurê Kurdistana  bike û sersaxiyê bide malbatên mexdûr ên komkujiya ...
Şandek li ser navê Barzanî çû Qilebanê
Şandek ji Kurdistanê li ser navê serokê Kurdistanê bi serokatiya Parêzerê Duhokê de serdana devera QIlabanê kirin û beşdarî di taziya qurbaniyên komkujiya Qilebanê de kirin....
Parlementerên Kurdistanê serdana Roboskî kirin
Şandek a parlementoya Kurdistanê serdana Roboskê kir. Şandek ku ji 9 parlementerên parlementoya Kurdistanê pêkdihat ji bo sersaxiyö li kes û karên qurbaniyên komkujiya Qilebanê ...
Wali:Bûyera Qilebanê wek heleqekî bi hev re girêdayi ye
Malbatên qurbaniyên Robiskê li gel waliyê Şirnex hevdîtinek pêkanîn û di derbarê komkijiya li Qilebanê hatî kirin û li ser naveroka lêpirsîna ku di vê ...
Veberhênana herî zêde li Kurdistanê li wîlayeta Hewlêrê bû
  Desteka Veberhênanê ya herêma Kurdistanê aşkere kir ku di sala 2011ê de, veberhênana herî zêde li Kurdistanê li wîlayeta Hewlêrê bû ku bêtirî milyarek dolarên ...