Malper | Polîtîk | Nêçîrvan Barzanî vegeriya Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî vegeriya Kurdistanê

Neçîrvan Barzanî



Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê.

Berpirsê ofîsa Nêçîrvan Barzanî, Serbaz Hewramî ji AKnewsê re ragihand ku duhî, saat 6:30 êvarê (bi dema Hewlêrê) Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî gihişte Hewlêrê.

Hewramî ronî kir ku Barzanî bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê re gihişte Herêma Kurdistanê û niha li cihê mayîna xwe ya taybet e.

Derbarê pirsa “gelo vegeriyana Barzanî têkildarî wergirtina posta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye”, Hewramî got, “Barzanî ji bo hin karên xwe yên taybet serdana derve kir, niha vegeriya welatê xwe, ew nîne ku em bêjin taybet ji bo wî karî vegeriya ye.”

Endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar derbarê veguhartina posta Serokwezîrê herêmê ragihand, “Em li benda vegeriyana Nêçîrvan Barzanî bûn, heta niha ew namzedê PDKê ye ji bo wergirtina wê postê.”


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Vekirina Konsolxaneya Amerîka li Kurdistanê (Video)

Rêwresma vekirina Konsolxaneya Amerîka li Hewlêra paytexta Kurdistanê...



Nêçîrvan Barzanî tê xelatkirin
Rêvebirê ofîsa Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Hewramî di daxuyaniyekî de ragihan du, Nêçîrvan Barzanî li Seul, ji aliyê serokê Koreya Başûr ve tê ...
Serok vegeriya Kurdistanê
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û şanda li gel piştî serdananên xwe vegeriya Kurdistanê. Barzanî herî dawî serdana Tirkiye kir û gelek hevdîtinên cuda û girîng ...
Piştî salekê Nêçîrvan Barzanî dîsa serokwezîr e
Li gora çavkaniyên ji polîtbîriya PDK, di Îlona sala 2011 de, Nêçîrvan Barzanî posta serokwezîriyê werdigire....
Hikûmeta Tirkiyeyê got 'Kurdistan'
Navenda Ragihandinê ya Serokwezîriyê, li ser malpera “http://www.bbm.gov.tr” derbarê serdanê de cara yekem ji bo herêma Kurdistanê peyva “Kurdistan” bi kar anî. Sifeta Barzanî wek, “Serokwezîrê berê yê Rêveberiya Neteweyî ya Kurdistana Iraqê û cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê” hate bikaranîn....
Karê Nêçîrvan Barzanî di warê sporê de di ‘el-Hurre’ TVê de
Hêjayî gotinê ye ku Nêçîrvan Barzanî di heyama kar kirinê de wekî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, çend xizmetguzarî ji pêxistina werzîşa Iraqê re kir, ji wan nûjenkirina stadyuma Gel ya Bexdayê bi qasî 4 milyon dolaran û bi ostogirtina tewayê xercê hevrikiyên ciwanan yên welatên Asiya li Hewlêrê....