Malper | Polîtîk | Şepêla pêşrojê kuştina 3 bira şermezar dike

Şepêla pêşrojê kuştina 3 bira şermezar dike

Rêxistina Ewropa ya Şepêla Pêşrojê ya Kurdî li Sûriyê kuştina hersê birayên hev Ahmed, Nidal û Amer Abdullah Bedro bi destê PYD şermezar dike.

Di 10ê çileyê (January) 2012an de Ehmed Evdila Bedro, Nîdal Evdila Bedro û Amer Evdila Bedro li Qamişlo hatin kuştin. Heta niha grûpeke ne naskirî bi navê „Grûpa Parastina Mewdanên Gel“ berpirsyariya vê kuştinê hilgirtiye. Daxuyaniya di 10ê çilyê 2012an de di Ajansa Nûçeyan a Firatê de, ya ku nêzîkî PKK ye û di malpera PYD resmî de belavbûye. Sedema kuştinê bi bav ve tê girêdan, ku Evdila Bedro dest daniye ser mal û mewdanê PKK/PYD.

Belavkirina daxuyaniyê di riya medyayên PKK û PYD re diyar dike, bê kî berpirsiyar û mesûlê vê kuştinê ye: PKK, herweha liqê wêyî Sûrî PYD. Ew Partiyeke, ku ligor axaftinên serokê wê Salih Muslim Mihemed avakirina „civateke kurdî nû“ û çêkirina „merovekî azad“ wek armanc dibîne. Ew komandoyên kuştinê rêdike, da bixwîneke sar malbatekê bi tevayî biqelêne. Partiyeke, ku xwe wek „pêşketî“ dibîne, lê guh dide qanûnên reştarî kevneperest, dema ew sê birayên hevdû dikuje, jiber wek tê gotin, ku bavê wan mal û mewdanê partiyê biriye.

Di vir de ne giringe bê gunihê Evdila Bedro çiye: Ew bixwe berpirsiyarê kar û barên xweye û ne kurên wî! Partiyeke, ku dibêje, ew dijî rêjîma Sûrî kar dike, lê ew bixwe bi wan awayên „dijminên“ xwe kar dike. Ew tehdîda endamên partiyên din bi kuştinê dike, wek (Mişel Temo û Hervîn Osê), û ew çalakvanên dijî rêjîmê li Kobanê û Serê Kaniyê direvêne û îşkence dike û tehdîda çalakvanan dike, yên ku li Efrînê dijî rêjîmê dixwazin derkevin kolanan û şerm jî ji kuştinên berçavî vekirî nake.

Û riyaksioyona partiyên kurdî û raya giştî kurdî li Sûrî çiye? Ew bêdeng dimênin, ji tirsa ku ew jî bi destê PYD bibine qurban.

Eger birastî Ehmed, Nîdal û Amer Evdila Bedro bi destê rêjîma Sûrî hatibane kuştin, wek partiyên kurdî dibêjin, wê demê wê merov dijî vê kuştina hovane derketibane kolanan. Tevlî vê kuştinê bêdengî berdewam dike. Eger em îro kolanan li Qamişlo, Efrînê, Hisiça, Konabê û Dêrikê ji PYD re bihêlin û eger em îro jê re sînoran ne deynin, emê piştî hêrivandina rêjîmê jî nikaribin. Lê fêda me ji hêrivandiya rêjîmê çiye, dema bi şûn de PYD rê bide pêşiya me û ji me bixwaze, bê em çi bêjin, bifikirin û bikin?

Wê çi ferq hebe, dema em ji dêla ku bi destên muxaberatên Sûrî bi destên kadirên PKK/PYD bên îşkencekirin û kuştin.

Rêxistina Ewropa ya Şepêla Pêşrojê ya Kurdî li Sûriyê kuştina hersê birayên hev Ehmed, Nîdal û Amer Evdila Bedro bi destê PYD şermezar dike.

Em bangî partiyên kurdî dikin, ku ew jî bi vê daxuyaniya şermezarkirinê re bin û kujaran bi nav bikin!


11.01.2012
Mail: shepeleuropa@yahoo.com


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Encama serdana Serok Barzanî ya li Tirkiye (video)

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Abit Gurses li bernameya Bergeha Aso Tv de bi rêvebirê bernamê rojnamevan Cemal Batun de serdana Serok Barzanî ya Tirkiye û derencamên wê serdanê dinirxînin. ...



Kujerên 3 birayan li Qamîşlo eşkere bû
Grupeke ku nav li xwe dike "Koma Parastina Nirxên Gel" ku nêzîkî PYD ye, kuştina her du xortan li Qamişlo qebûl kirKomê di daxuyaniyekê de ...
Em daxuyaniya "Parastina Nirxên Gel" red dikin
Daxuyaniya rewşenbîr û çalakvanên kurd ji Kurdistana Suriye...
Ladin hate kuştin
Medya Amerîkî ragihand ku serokê rêxistina El Qaide Usama Bin Ladin ji aliyê hêzên Amerîkanî ve hatiye kuştin. Gelek caran ji aliyê medya cîhani ve ...
Tirkiye kuştina Temo şermezar kir
Wezereta derve ya Tirkiye kuştina siyasetmedarê kurd Mişel Temo şermezar kir. Wezereta derve ya Tirkiye di derbarê kuştina Mişel Temo de daxuyaniyek belav kir û di ...
Dilbixwîn Dara:Şivan ez bi kuştinê tehdît kirim
Koln - Di vekirina Galaya fîlma “Min Dît” de, ku sernivîserê malpera AVESTA Dilbixwîn Dara jî hatibû vexwendin, li derketinê Şivan Perwer ew girt û ...