Malper | Polîtîk | Nêçîrvan Barzanî û Feridun Sinirlioglu li Hewlêrê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Feridun Sinirlioglu li Hewlêrê civiyan

 

Îro êvarê (13.01.2012) li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê digel Feridun Sinirlioglu cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê û şandeya pê re civiya.

Di civînê de, Nêçîrvan Barzanî û mêvanê xwe rewşa siyasiya Îraqê nirxand û her du alî li ser wê xalê hevfikir bûn ku divê kirîsa siyasiya Îraqê bi rêyên aşitî, diyalog û li gor pirensîpên şirîkatiya rasteqêneya di hikûmeta Îraqê de, bên çareser kirin.

Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di civînê de tekîd li ser wê yekê kir ku rêya herî baş bo çareserkirina rewşa aloza siyasîya îraqî û rizgarkirina Îraqê ji wê kirîza ketiye têde, rêya diyalog û lihevtêgihiştinê ye. Barzanî got ku divê hemû aliyên siyasiyên îraqî bi destûra bingehîn a Îraqê pabend bin û girêdayî prensîpê şirîkatiya rasteqîneya di hikûmetê de bin.

Peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û bi taybetî peywendiyên di warê abûrê, bazirganî û siyasî mijareke din a civîna navbera cîgirê serokê Partiya Demokrat Kurdistanê û cîgirê wezîrê derve yê hikûmeta Tirkiyeyê bû û her dû aliyan tekîd li ser pêşvebirina wan têkeliyan kir.

 

 Rojevakurd

 


Nêrîn (1 nivîsand):

Kurdewar di 14/01/2012 08:55
avatar
Dolheramê Sinirlioglî bêperwa lingê xwe avêtîye ser hev, brêz Nêçîrvan çima wilo rûniştîye ! Bi xwedê çû zora min.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

Ji bo çi Belê, Nexêr an jî Boykot?

Ji bo çi Belê, Nexêr an jî Boykot? Vê fîlmê temaşe bikin û gûh bidin vicdana xwe û li bin bandora tû cemaatan nemînin, bifikirin û biryara xwe bidin.......



Feridun Sinirlioğlu cîgirê wezîrê derveyê Tirkiyeyê li Hewlêrê ye
Bi armanca zêdetir xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, îro piştî nîvro Fereydon Feridun Sinirlioğlu cîgirê wezîrê derveyê Tirkiyeyê bi serokatiya şandeyeke mezin bi ...
Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke senatorên amerîkî re civiya
Heyeta senatorên amerîkî kêfxweûiya xwe li hember pêşketinên herêma Kurdistanê nîşan de û rola serokatiya siyasiya Kurdistanê di ber bi pêşvebirina Kurdistanî de bilind nirxand...
Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke Rusiyayê re civiya
Di dîdareke navbera Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û Valery Pospelov  konsolsoê giştiyê Rusiya federal yê li herêma Kurdistanê de behsa xurtkirina peywendiyan, ...
Davutoğlu: Serdana Barzanî a Tirkiyeyê girîng e
Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu, diyar kir ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê di wexteke musaît de serdana Tirkiyeyê bike û got, ...
Piştî pêkanîna hikûmetê Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyeyê
Li gor hindek çavkaniyan, piştî pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîrê Kurdistanê dê bi fermî serdana Tirkiyeyê bike. Nêçîrvan Barzanî di çarçoveyî ...