Malper | Polîtîk | Diyardeya silêmançîtîyê di nav YNKê de

Diyardeya silêmançîtîyê di nav YNKê de

Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) heta nuha nikariye namzadê xwe ji bo postê cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar bikin û di vî warî de, ji ber nakokiyên navxweyî, YNK rastî piroblemek mezin hatiye.

Di vê mehê de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serokatiya hikûmetê werdigire û postê cîgirê serokê hikûmetê jî para YNKê ye.

Li gor wan zaniyariyên di mdeiyaya başûrê kurdistanê de hatîne eşkere kirin, nakokiyek mezin hetiye navbera endamên polîtbûroya YNK yê yên xelkê Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê, her endamên her deverekê hewil didin ku para wan di hikûmeta nû de hebe û bi taybetî yên Silêmaniyê dixwazin cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji Silêmaniyê be.

Dema Celal Talebanî sekreterê YNKê, li Silêmaniyê bû û beriya ber bi Bexdayê bi rê bikeve zincîreyeke civînan digel pilîtbûro û civata serokatiya YNK kirin. Li gor Hawelatî di wan civînan de Îmad Ehmed û Hakim Qadir ji bo postê cîgirê serokê hikûmetê hatin destnîşan kirin, lê polîbûroya YNK bû du qisim û nekarîn li ser yek kandîdat li hev bikin. 

Silêman Ebdula Yunis endamê civata serokatiya YNKê di daxuyaniyekê de dibêje ku gotara û diyardeya silêmançîtiyê di nav seroaktiya YNK de gelek mezin bûye û ”vê yekê jî peywendî bi cudabûna tevgera Goranê ve heye.”

Yunis ji Hawelatî re îtîrafê dike ku diyardeya  navçegerîyê di nav YNKê de gelek berfireh bûye û dibêje:”Cîgirê sekreter û her du kargêrên polîbûroya YNKê ji Silêmaniyê ne.” 

Wî endamê civata serokatiya YNKê ew yek jî got ku YNK hewil dide ku namzadê postê cîgirê serokê hikûmetê jî ji Silêmaniyê be ji ber ku giraniya Tevgera Goranê li Silêmaniyê ye. 



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Goran hêzeke desthilatxaze ne reformxaze
Tevgera Goran xwe weke hêzeke opoziyon daye diyar kirin û ew xwe weke hêzeke reformxaz hisab dike. Lê gelo di rastiyê de wisaye? Goran reformxaze ...
YNK ber bi çarenivîsek nediyar diçe
Paşeroja YNKê nediyar e Nûçeanalîz- Di van rojan de di mediya başûrê Kurdistanê de li ser çarenivîs û paşeroja Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) gelek minaqeşe tê ...
Kongreya rojnamevanên Kurdistanê dest pê kir
Îro li Hewlêrê kongreya 3emîn ya rojnamevanên Kurdistanê dest pê kir û biryare sê rojan berdewam bike.  Îro  sibehê li bajarê Hewlêrî 3emîn kongreya Sendîkaya ...
Qeymiqamê Silêmaniyê xwe li girtîgehê xeniqand
Çavkaniyek agehdar ji asayîşa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, duhî piştî nîvro qeymiqamê Silêmaniyê xwe li girtîgeha asayîşa Silêmaniyê xeniqand. Çavkaniyek ji wîlayet Silêmaniyê nûçeya ...
Bi fermana berpirsekê YNKê êrîşa Asos Herdî hatiye kirin
Rojnameya Awêne ku li bajarê Silêmnaiyê li başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, di hijmara xwe ya dawiyê de dinivîse ku berpirsekê mezin yê Yekêtiya Niştimaniya ...