Malper | Polîtîk | Barzanî: Rêya çekdarî û şidetê tu pirsgirêkan çareser nake

Barzanî: Rêya çekdarî û şidetê tu pirsgirêkan çareser nake

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li  Feridun Sinirlioglu cîgirê wezîrê derveyê Tirkiye û şanda li gel kir.

Di hevdîtinekê de ku, duhî (14.01.2012) li Selahedînê bi rêve çû û Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê  amade bû, di derbarê pêwendiyên herêma Kurdistan û Tirkiye, guhertinê siyasî û pêşketinên dawiyê li navçeyê û kirîza siyasiya Îraqê hatin gotûbêj kirin.

Serok Barzanî tekîd li ser girîngiya xebatên hevbeş yên  ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir, Serokê Kurdistanê got ku, divê hemû pirsgirêk li ser esasê lihevtêgihiştin  û diyalogê bên çareser kirin û li herêmê aşitî pêşbikeve. 

Serok Barzanî di civînê de ji şandeya wezareta derve ya Tirkiyeyê re got ku bi tecrûbe ispat bûye ku rêyên leşkerî, çekdarî  û şidetê tu  pirsgirêkan çareser nakin, lê diyalog û pabendbûna bi nirxên demokrasiyê hemû pirsgirêkan çareser dikin.

Ji aliyê xwe ve Sinirlioglu got ku ji bona çareserkirina aloziyan di vê lihevtêgihiştin hebe û tekîd li ser heza hikûmeta Tirkiyeyê ya ji bo alîkarî û karê hevbeş yên ji bo geşepêdana pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir.

Li dor kirîza siyasiya  Iraqê jî, serok Barzanî û Sinirlioglu li ser çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane, pabendbûn bi destûrê û şirîkatiya rasteqîne di îdarekirina  welat da hevfikir bûn.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Bilbilê Botan Fadilê Cizîrî

Bilbilê Payizokên Cizîra Botan Fadilê Cizîrî strana Heyran Jaro distrê... ...



Serok Barzanî û cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiyan
Îro yekşemiyê 06.03.2011 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Fereydun Sînîrlîoglu cîgirê wezîrê derveyê Tirkiyeyê û şanda li gel kir ku ji ...
Feridun Sinirlioğlu cîgirê wezîrê derveyê Tirkiyeyê li Hewlêrê ye
Bi armanca zêdetir xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, îro piştî nîvro Fereydon Feridun Sinirlioğlu cîgirê wezîrê derveyê Tirkiyeyê bi serokatiya şandeyeke mezin bi ...
Davutoğlu: Serdana Barzanî a Tirkiyeyê girîng e
Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu, diyar kir ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê di wexteke musaît de serdana Tirkiyeyê bike û got, ...
Balyozê Britanya: Kurd xwedî nêrînên zelalin
            Serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li John Jenkins balyozê Brîtanya yê li Iraqê û şande li gel ku, ji Chris Bowers konsolosê ...
Rêya lêşkerî ne çareseriye
Cîgirê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de rexne li kiryarên leşkerî yên Tirkiyê, Îran û PKK'ê kir û ji wan xwest:...