Malper | Polîtîk | Nêçîrvan Barzanî dest bi amadekaryên avakirina hikûmetê kir

Nêçîrvan Barzanî dest bi amadekaryên avakirina hikûmetê kir

 

Îro (15.01.2012) li ofîsa cîgirê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) , Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDKê digel Elî Bapîr emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê û heyeta pê re civiya.

Di civînê de ku, Fazirl Mîranî sekrterê polîtbûro û Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya KDP amade bûn, Nêçîrvan Barzanî rewşa siyasî ya Îraqê û deverê bi giştî û rewşa herêma Kurdistanê bi taybetî nirxand.

Di vê civîna di navbera PDK û Komeleya Çslamiya Kurdistanê de, rewşa navxweyîya herêma Kurdistanê, pêwîstiya yekrêziya hêzên siyasiyên herêma Kurdistanê di vê qonaxa nazik de ya ku Îraq û dever tê de derbas dibe, çewaniya xurtkirina têkeliyên navbera hêzên siyasiyên herêma Kurdistanê ji bona parastina destkeftiyan, xweştirkirina jiyana hevwelatiyan, parastina emiyeta neteweyî û pêşxistina tecrûbeya herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.

Beşdarên civînê tekîd li ser wê yekê kir ku Kurdistanê ji kevin de mînaka pêkvejiyana ol û netewyên cihê ye û divê hemû alî ji bona parastina vê pêkvejiyanê bixebitin û pabded bin.

 

Her di vê civînê de behsa kirîza siyasiya Îraqê û xebatên serokatiya siysiya herêma Kurdistanê ji bona dîtina rêyeke çareseriyê ji bo wê kirîzê û bi cihkirina şitî û aramiyê di navbera hêzên siyasiyên îraqî de hat kirin.

PDK vê mehê dê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê werbigire û kandêdê PDK bo wergirtina postê serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî ye. Nêçîrvan Barzanî jî dixwaze hikûmeteke piralî ava bike.


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Rewşa Suriye û Rojhilata Navîn (Video)

Nivîskarê Kurd Amed Demirhan rewşa Suriye, Tirkiye, Kurdistan û hemû rojhilata navîn û pêwendiyên wan dinirxîne....



Nihêniya bawerî û piştgermiya gel bi Nêçîrvan Barzanî
Piştî  polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di roja 17ê vê mehê de, bi daxuyaniyekê  fermî îlan kir ku Nêçîrvan Barzanî ji bo wergirtina postê serokwezîrtiya ...
Nêçîrvan Barzanî û serokê Îranê li Taranê civiyan
Di çarçova seredana xwe de ji bo komara Îslamiya Îranê, şanda herêma Kurdistanê ku ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li ...
Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke senatorên amerîkî re civiya
Heyeta senatorên amerîkî kêfxweûiya xwe li hember pêşketinên herêma Kurdistanê nîşan de û rola serokatiya siyasiya Kurdistanê di ber bi pêşvebirina Kurdistanî de bilind nirxand...
Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke Rusiyayê re civiya
Di dîdareke navbera Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û Valery Pospelov  konsolsoê giştiyê Rusiya federal yê li herêma Kurdistanê de behsa xurtkirina peywendiyan, ...
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya hunermend Brader Musikî kir
Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bargeha xwe Hewlêrê pêşwaziya hunermendê Kurd Brader Musikî kir.Di hevdîtinê de, ku di atmosfereke germ de derbas ...