Malper | Polîtîk | Barzanî fikrên xwe li hember kirîza siyasiya Îraqê diyar kirin

Barzanî fikrên xwe li hember kirîza siyasiya Îraqê diyar kirin

William Burns û serok Barzanî

Duhî  yekşemiyê (15.01.2012)  William Burns cîgirê wezîra derve ya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê bi serdanek efermî gihişte Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê û  li Selahedînê ji bal Mesûd Barzanî serokê  Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di civîneke navbera cîgirê wezîra derve ya  Amerîkayê û serokê Kurdistanê de ku, sefîrê Amerîkayê yê Îraqê û  konsulusê konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê amadebûn, kirîza siyasiya heyameke tê Îraq ketiye tê de û çewaniya çareserkrin û jinavbirina wan astengiyên ketine di rêya pirosesa siyasiya Îraqê de hatin gotûbêj kirin. 

Serokê Kurdistanê dîtin û fikrên xwe li hember kirîza siyasiya Îraqê û encamên wan dîdar û hevdîtinên bi aliyên cihê yên îraqî re li dor rewşa aloza Îraqê kirine ji şandeya amerîkayî re berçav kirin.

Barzanî got ku, ew, ji bona lihevnêzîkirina dîtin û helwestên cihê yên aliyên siyasiyên îraqî berdewam dixebite û wî careke din piştgiriya xwe ji bo hewilên serokomarê Îraqê Celal Talebanî ji bona sazkirina kongreyeke niştimanî ku, hemû aliyên îraqî tê de beşdar bin diyar kir.

Serok Barzanî  got ku, ew mesele û pirsgirêkên heta nuha nehatine çareser kirin divê di wê kongreyê de bên çareser kirin, bikevin warê piraktîkê û ji bo bicîkirina her meseleyekê jî demeke bê destnîşan kirin.

Cîgirê wezîra derve ya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê  pesna xebatên serok Barzanî ka çawa bi însiyatîva xwe karî hemû aliyên siyasyên îraqî li hev bicivîne û hikûmeta nuha ava bike. 

William Burns dilgiraniya xwe li hember kirîza siyasî ku Îraq ketiye tê de diyar kir û got ku hikûmeta Amerîkayê bi giringî li çawaniya çareserkirina wê kirîzê dinêre û tekîd li ser wê yekê kir ku, baştirîn çareserî jî cîbicîkirina rêkeftina Hewlêrê ye, ”jiber ku hemû ew meseleyên îro bûyne sedemê peydabûna kirîza siyasî li wê rêkeftinê hatibûn behis kirin. 

William Burns cîgirê wezîra derve ya Amerîkayê got ku pêwîste di wê kongreya niştimanî ya pêşniyar kirî de nexşerêya îdarekirina welat bê diyar kirin, şirîkatiya rasteqîne û tewafiqa niştimanî weke ku di rêkeftina Hewlêrê de hatîne behis kirin, bên tespît kirin.

William Burns silavên her yek ji serok Obama, Joe Biden cîgirê serok û wezîra deve ya Amerîkayê gihanidin serok Barzanî.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Hemû hevdîtinên serok Barzanî yên li roja 21/09/2010 (video)

Îro sêşem 21/09/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Murat Özçelik Balyozê Tirkiye li Iraq û Aydin Selcen Konsolê Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir....



Serok Barzanî û Joseph Biden li Îtalyayê rewşa Îraqê nirxand
Li Îtalyayê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêwendiyekî telefonî ji Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê wergirt. Serok Barzanî û cîgirê serokê Amerîkayê bi rêya peywendiya ...
Obama serkeftina kongreya PDK-ê pîroz kir
Duhî sêşem 21/12/2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li James Jeffery balyozê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê û general Lloyd Austin fermandarê hêzên wî ...
Serok Obama sipasî serok Barzanî kir
Îro duyemîn car  Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Bexdayê pêşwazî li James Jeffrey balyozê Amerîka yê li Iraqê kir. Di hevdîtinekê de balyozê Amerîkayê ...
Şandeya Kurdistanê li Waşîngtonê hevdîtina bi berpirsên Qesra Spî re dikin
Di rojên 25-30 şandeyeke herêma Kurdistanê ku ji Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa serokê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ...
Biden însiyatîva serok Barzanî bi giringî wesif kir
Fuad Hisên ragihand ku di van sê rojên derbasbûyî de, sebaret bi pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê cîgirê serokê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) du ...