Malper | Polîtîk | Nêçîrvan Barzanî hukumeta nû ava dike

Nêçîrvan Barzanî hukumeta nû ava dike

Nêçîrvan Barzanî di çend rojên pêşiya me de hukumeta nû ya Kurdistanê ava dike

Berpirsê peywendîyên derve yê hukûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa dibêje, ku Nêçîrvan Barzanî dê diçend rojên bihê de serokatîya hukûmeta herêma Kurdistanê werbigire. Felah Mistefa weha jî ragihandiye, ku dê çend wezîrên kabîneya niha jî di kabîneya Nêçîrvan Barzanî de dîsan erkê wezaretan werbgirin.

 Berpirsê pêwendiyên derve yê hukûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa di daxuyaniyek ya xwe de ji rojanmeya El-Şerq El-Ewset re ragiahnd: ´´ Nêçîrvan Barzanî dê di çend rojên bihê de serokatîya hukûmeta herêma Kurdistanê werbigire û dê hukûmeteka nû pêk bîne ku dê hinek wezîrên niha yên hukûmetê jî tê de beşdar bibin û şêweya kabîneyê jî li gorî bernameya serokê hukûmetê be.´´
 
 Li gorî rêkevtinnameya stratejîk a di navbera PDK û YNK-ê de, serokatiya hukumetê du salan ji bo PDK û du salan ji bo YNK ye. Li gel vê yekê jî ku niha zêdetir ji sê heyvan bi ser maweya guhertinê re derbas dibe, belê hêşta pêngavên pratîkî bo pêkanîn akabîneya heftem a hukûmeta herêma Kurdistanê nehatine avêtin.
 
Pirsa guhertina postê serokatîya hukûmeta herêma Kurdistanê ew demek dibe, ku bûye yek ji mijarên germên dezgehên ragihandinê yên Kurdistanê û heta radeyekê medyayên erebî û cîhanî jî.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Êrîşî Ahmet Turk kiri (vîdiyo)

Dema girtina DTP-ê li qezeya Muşê Bulanik, hin bûyer çêbûn û di encama bûyeran de , koruyucuyek bi nave Turan Bilen li ber derê dikana xwe gule berdabûn xwepêşandanan, encama gulebaranê de 2 kes hatibûn kuştin û 8 jî birîndar bibûn. Doza vê bûyerê li Samsunê dihat dîtin. Îro serokê berê yê DTP-ê Ahmet Turk û hinek parlementer jî ji bo vê doze li Samsunê bûn. Dema ji dadgehê derketin guruba DTP-ê daxuyaniyek rojnemevanî xwendin. Gurubekî erîş bir ser Ahmet Turk û hevalên wî, û encama vê êrîşê de Turk biçekî ji rûyê xwe birîndar bû. Serokwezîrê Tirkiye Erdogan ji Amerîka telefonê Ahmet Turk kir, jêre gote derbasbûyî be û ji bû vê bûyera qirêj xemgîniya xwe da kifşkirin. ...



Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê
Cend deqîqe beriya nuha serokê kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîêrvan Barzanî, cîgirê wî Îmad Ehmed û wezîrên kabîneya nû ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ...
Merasîmek ji bo rêzgirtina Nêçîrvan Barzanî
Hewlêr - Hejmarek ji xwendevanên zankoyên herêma Kurdistanê îro merasimek rêzgirtinê, ji bo serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî saz dikin. Serokê wezîrên berê yê Kurdistanê ...
Jin daxwazin beşdariya wan di hikûmetê de ji %25 be.
Hejmarek rêxistinên jinan ên herêma Kurdistanê civînek li Hewlêrê saz kirin û piştî civînê di daxuyaniyekê de daxwaz kir ku hijmara jinan di kabîneya nû ...
Îmarat û Kuwêt konsulxane li Hewlêrê vedikin
Îmarat û Kuwêt jî dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin  Berpirsê fermangeha têkiliyên derve yê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Îmarata Erebî û Kuwêt dê konsulxaneya ...
Misir konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Piştî serdana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Misra û civîn di gel serokê vî welatî Hunsî Mubarek û mezine berpirsên din yên Miarê, pêwendiyên ...