Malper | Polîtîk | Şerê dîplomasiyê tund dibe

Şerê dîplomasiyê tund dibe

Maliki û Erdogan



Piştî aloziya li Iraqê di nav Şîe û Suneyan de despêkirî, siyaseta Tikiye û Iraqê jî li himber hev hişktir dibe. Wek tê zanîn ji berê de hukumeta Tirkiye gelek bi germî Sunuyên Iraqê dinêre û pêwendiyên taybet di navbera  serokên tevgera sune li Iraqê û Tirkiye de hene.

Piştî Tarik Haşimî û hevalên xwe ji Bexdayê revîn û xwe parastin Kurdistanê û guruba El Iraqiyê xwe ji parlementoya Iraqê kişand, pêwendî jî li ser vê bingehê aloz bûn. Tarik Haşimî serdana Tirkiye kir û li gel Erdogan hevdîtin pêkanîn.

Erdogan di daxuyaniyek ya xwe de da kifşkirin ku, Malikî li himber Haşimî û hevalên wî ne rêyên qanûnî bi kar tîne û tu pêwendiya Tarik Haşimî terorê re çênebûye û çênabe.

Li Ser vê daxuyaniyê berpirsên wezareta derve ya Iraqê doh bangî sefîrê Tirkiye yê li Bexdayê kirin û bala Tirkiye kişandin û di derbarê daxuyaniyên Erdogan de ne rihetiya xwe diyarkirin û gotin ku bila Tirkiye xwe têkil karê navxwe yê Iraqê neke.

Dema ev nûçe  giha Enqere di cih de cigirê wezîrê derve yê Tirkiye Feridun Siniroglu bangî sefirê Iraqê yê Enqere kir û da xuyakirin ku, gelek girînge ku Tirkiye bi îstikrara welatên cîranên xwe bi eleqeder bibe.

Siniroglu da xuyakirin ku, em dixwazin herkes rêzê li destûrê bigre û dema em bixwazin istiqrar li Iraqê hebê ev nayê wê wateyê ku em tevlî karê nevxwe yê Iraqê dikin.

Herweha  li ser daxuyaniya Maliki cîgirê serokê Ak Partiyê Omer Çelik ji bersiva Maliki da û got: Serokwezîrê Iraqê dixwaze mezhebek tenê desthilatdariya Iraqê bike.Malikî wek serokê  rêxistinekî xeber dide ne wek serokwezîrê welatekî. Tu pirsgirêka Tirkiye û Iraqê li gel hev nîne .Lê Pirsgirêka niha pirsgireka Malikî li Iraqê heye.

Herweha tê zanîn ku Çran û Suriyê pişgiriya Malikî û şîeyan li Iraqê dikin. Bûyerên li Iraqê bandora xwe li pêwendiyên Îran, Tirkiye û Suriye jî dike.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Şivan Perwer ê biçûk Arjîn(Vîdeo)

To Nimuney (Tu mînakî) Zarokê biçûk û hûnermendê paşaroja Kurdistanê Arjîn hêvî dide mirov ku ew dikare li paşarojê de bibe Şivan Perwer ê duyem. Li televizyona Korek Tv bernameya To Nimuney de Arjîn temaşevanên televizyonê giriyand... ...



Malîkî : Helwesta Tirkiyê, wana ber bi dijmantiyê ve dibe
Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, ji hemberî Tirkiyê daxuyaniyek tûnd da. ...
PDK û Ak Partî li Enqere civiyan
Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî û Cigirê serokê Ak Partiyê Omer Çelik hevdîtinek pêkanîn. Hevdîtin li Enqere avahiya Ak Partiyê pêkhat. Piştî hevdîtinê ...
Hewlêr pêşwaziyê li Erdogan dike
Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan doh serdana Iraqê kir û li Bexdayê li gel berpirsên Iraqê hevdîtin kirin û di parlementoya Iraqê ya federel de axavtinek ...
Bi roketan êrîşê balyozxana Tirkiye kirin
Îro li paytextê Iraqê Bexdayê, Balyozxana Tirkiye bû armanca êrîşek çekdar. Hinek kesên nenas roket avêtin Balyozxana Tirkiye li Bexdayê. Roket li dîwarên Balyozxaneyê de ...
Progrma serdana Erdogan bo Hewlêrê diyar bû
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Anadoluyê, serokwezîr Erdogan dê beşdarî merasîmên vekirinê yên konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê û balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bibe...