Malper | Polîtîk | YNK piştevaniya Nêçîrvan Barzanî dike

YNK piştevaniya Nêçîrvan Barzanî dike



 
Piştî kombûna encûmena serkiradtîya partîya demokrata Kurdistanê ya bi serokatîya Mesûd Barzanî û ragihandindina kandîdakirina Nêçîrvan Barzanî bo serokatîya hukûmeta  Kurdistanê, Yekîtîya Niştîmaîya Kurdistanê jî ragiahnd, ku ew piştîvanîyê li avakirina kabîneya nû û kesayeta Nêçîrvan Barzanî dikin.
 
Di vê derbarê de peyvdarê polîtboruya YNK Azad Cundîyanî ragiahnd, ku ´´ Hem YNK û hem jî sekreterê giştîyê YNK-ê  mam Celal piştevaniyê li Nêçîrvan Barzanî û kabîneya wî dikin.´´
 
Herweha mamostayê zanîngeha Selaheddînê û çavdêrê siyasî Dr. Salih Mela Omer Îsa di bêjedanekê de ji PNA re ragiahnd, ku Nêçîrvan Barzanî di rêvebirina dewletdarîyê de kesekî xwedan şîyan û jêhatî ye û di salên bihorî jî de ew yek daye xuyakirin.
 
Salih Mela Omer di vê derbarê de got: ´´ Me belge hene ku di serdemê kabîneya pêncem de, Nêçîrvan Barzanî karî bandor û şûnwarê du îdareyîyê di nav hukûmetê de ji nav bibe û derbasbûyek baş heye û karên wî yên berê jî şahidê ewê rastîyê ne.´´
 
Bi bawerîya evî çavdêrî, Barzanî ji alîyê peywendîyên navdewletî ve jî rolekî mezin heye û rolê xwe jî bi başî bi kar tîne.
Dr. Îsa dibêje ku, Nêçîrvan Barzanî di derbarê prosesa çaksazî û yekrêzî ya di navbera pêkhateyên Kurdistanî de, rolekî ciddî leyîztiye û dê bikaribe vî rolê xwe berdewam bike.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Axaftina Serok Barzanî li roja aştiya cîhanî (Video)

Îro sêşem 21/09/2010 Serokê Herêma Kurdistanê li ahenga roja aştî cîhanî ragihand, ji bo gelê Kurdistanê şanaziye ku ji bo vê ahengê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê diyar kiriye, heman demî de got: Eger bi aştî nebê, tu pirsgirêkek nayê çareser kirin....



Wezên bi kurdî li mizgefta fermî
WE`ZÊN KURDÎ LI MIZGEFTA FERMÎLi hin mizgeftên Bakûrê Kurdistanê, dest bi dana we´zên kurdî hatiye kirin. Ev we´zên hanê di rojên înan de têne dayî. ...
Dadgeha Bexdayê pişta xwe dide Helebçe
Heta niha 7000 gilî ji aliyê Helebçeyiyan ve li dadgeha giştî ya Iraqê hatine tomarkirin. Lê dadgeha Iraqî giliyên wan red kir. Li gora nûçeya PNA, ...
Li Surî cardin kuştî û birîndar
Li Surî xwepêşandanên îro bi navê ´´îna ber bi pêş ve heta ruxandina rejîmê´´ hat sazkirin. ...
Merasîmek ji bo rêzgirtina Nêçîrvan Barzanî
Hewlêr - Hejmarek ji xwendevanên zankoyên herêma Kurdistanê îro merasimek rêzgirtinê, ji bo serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî saz dikin. Serokê wezîrên berê yê Kurdistanê ...
Kurtejiyana Nêçîrvan Barzanî
Bi minasebta ku careke din Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê û duhî li parlamnetoya Kurdistanê sûnda qanûnî xwar, rojevekurd kurtejiyana wî belav dike: Kurtejiyana serokwezîrê Kurdistanê ...