Malper | Polîtîk | Serok bi wezîr û parlementerên kurd yên li Bexdayê re civiya

Serok bi wezîr û parlementerên kurd yên li Bexdayê re civiya

Gora KTV ragihandî, li Selahedînê Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî Wezîr û Parlementerên Kurd yên li Bexdayê re civînek pêkanî û di vê civînê de behsa van babetan hate kirin û li ser naveroka van babetan gotubêj hat kirin.

Piştî civîn dawî bû, daxuyaniyek li ser encama civînê ji bo raya giştî hate ragihandin. Di daxuyaniyê de ev babetên girîng cih girtine.

1- Piştgîriya xwe ji bo li dar xistina kongreya nîştimanî ya ku, biryare bi mebesta danîna bingeha damezrandina dewleteke fedral û demokratîk bi pişt besting bi destûra bingehîn ya Îraqê û prensîbên bihevre jiyan û şeraketa rastîn di wan rojan de were lidarxistin diyar kirin.

2- bi esas girtina peymana Hewlêr û peymanên din yên ku, di navbera aliyên siyasî de hatine îmzekirin, parastina prosesa siyasiya Îraq û tekez kirin li ser prensîbên şeraket û tewafoqê.

3- lez kirin di pejrandin û cîhbicîh kirina wan qanûnên ku, bi bi damezraweyî kirina Hikûmeta Îraqê pêwîstin.

4- çareser kirina kêşeya komisyona bilind ya hilbijartinan ku, di Meha Nîsanê de dema vê bi dawî dibe.

5- eşkere kirina metirsiyên rewşa Deverê û çawetiya nizîkatî kirin bi wan metirsiyan re.

6- nirxandina bûdceya sala 2012an ya Îraqê û ev pêşniyar û nêrînên ku, ji aliyê Hikûmeta Kurdistan û Parlementerên Kurd ve hatine pêşkêşkirin.

7- bihêztir kirina mekanîzam kar kirina Nunerên Kurd yên li Bexdayê.

8- tekez kirin li ser cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê ku, demeke dirêje nehatiye cîhbicîhkirin.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Barzanî li gel mamoste û xwendekarên zanîngehên Kurdistanê (Video)

Barzanî li gel mamoste û xwendekarên zanîngehên Kurdistanê ...



Barzanî: Mafê çarenûs mafekê revayê gelê kurd e
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de bi kanala Elerebiye re çendîn mêjar û babetên girîng yên girêdayî bi Îraq û deverê şîrove kirin û ...
Serok Barzanî: Kongreyek netewî armancek meye
Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê bi Serokatiya Ehmed Tirk kir.Di hevdîtina han de heyeta mêwan rewşa siyasiya ...
Nabe Kurdistan bibe sedema alozî û nexweşiya Di hevpeyvînekî de bi Rojnameya Elşerq Elewset ya Londonê re Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî çendîn mêjar û babetên girîng şîrove kiriye....
Serokê Kurdistanê xelata aşitiyê wergirt
Li gora nûçeya Kurdistan TV,ji beriya çend Mehan Berpirsên peymana Atlantîka Bakûr(NATO) Serokê Kurdistanê ji bo wergirtina yekemîn xelata Atlantîc a NATOYê berbijar kir, Serokê ...
Nêçîrvan Barzanî serdana Kerkûkê kir
Piştî eşkere bûna pilanên paşmayiyên Besê û Terorîstên Şoven yên ji bo aloz kirina rewşa Bajarê Kerkûkê, bi mebesta ji nêz de hayedar bûn ji ...