Pêwendî birayetiyê bi hêz dike
Heyeta ajansa geşepêdana rojhilata Anadol (DAKA), bi serokatiya Muemer Turker waliyê Hekarî serdana herêma Kurdistanê kir. Piştî şandeya (DAKA) ji başûrê Kurdistanê vegeriyayî Tirkiyeyê, di preskonferensekê de îşaret bi wê yekê kur ji bona ku bûyerên mina bûyera Roboskê dubare nebin, pêwîste bazirganiya navbera bakur û başûrê Kurdistanê bikeve di çarçoveyekî qanûnî de.
Heyeta ajansa geşepêdana rojhilata Anadol (DAKA) di serdana xwe de bo Başûrê Kurdistanê digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, waliyê Duhokê Temer Remezan û çend berpirsên din yên hikûmetê hevdîtin pêkanîn, piştî serdana şandeyê bi Başûrê Kurdistanê bi dawî hatî, Turker li ser serdanê ji ajansa Cîhaniya turkî li ser encamên serdana xwe bo herêma Kurdistanê got:
- Me di hevdîtina xwe ya digel Barzanî behsa çewaniya pêşxistina bazirganiya ser sînoran kir, û me daxwaz ji Barzanî kir ka di vê çarçoveyê de, ji bona vekirina deriyên nû, ew dikare çi piştgiriyê ji me re bike. Hikûmeta me biryara vekirina du deriyên gomrikê daye, lê ji bo vekirina wan her du deriyên nû, nuha em li bendê ne ku aliyê îraqî piştgiriyê lê bike.
Waliyê Hekarî di berdewamiya axavtina xwe de got ku ji bona ku bûyerên mina bûyera Roboskê dubare nebin pêwîste bazirganiya li ser sînoran tê kirin bikeve di çarçoveyekê yasayî de.
Muemer Turker herwesa behsa giringiya wan vekirina her du deriyên nû yên di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de kir û got:
- Vekirina her du deriyên nû, ne bi tenê dê bizava bazirganî pêşbikeve, lê dostayetî, xizmayetî û biratî jî bi hêz bibe.
Rojevakurd

Nêrîn (1 nivîsand):
Li Tirkiyeyê dadgeh hêj axavtina bi kurdî napejirînin. Hêj mirov nikare bi tîpên kurdî nav li zarokan bike. Hêj mirov nikare bêje bashûrê Kurdistanê, divê mirov bêje "Kuzey Irak-bakurê Îraqê".
Dewleta tirk desthilata we bi fermî qebûl nekiriye, xweseriya we re dibêje "balurê Îraqê"..
Ez ji berê de dibêjim, sîndroma Stockholmê li cem me gelek e. Hûn bashûrê qurban û heyranê tirkan in. Em bakurî jî heyranê zimanê tirkî.
Ez waliyê Hewlêrê bam, min ji vê dîmenê fedî dikir, dev ji walîtiyê berdide dibum cotyar. Lê mixabin ez ne walî me û yên wekî min jî nikarin bibin walî. Kê fêhm kir, kir...
Nêrîna xwe birêke