Malper | Polîtîk | Malikî bi fermî uzra xwe ji Erdogan xwest

Malikî bi fermî uzra xwe ji Erdogan xwest

 

Piştî ku alozî ketye navbera Bexda û Enqereyê, duhî di peywendiyeke telefonî de Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bi awayekî fermî daxwaza lêbihurînê ji Receb Teyb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê kir.

Berî çend rojekan serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de Tirkiye bi wê yek tawanbar kir ku mayê xwe di karûbarên navxweyî yên Îraqê dike û serokwezîrê Îraqê ew destêwerdananên Tirkiyeyê di karûbarên navxweyên Îraqê de bi (karesat) binav kiri bûn. Tirkiyeyê jî li hember daxuyaniyên Malikî di daxuyaniyekê de gotinên Malikî bi (behekîmane) wesf kirin. 

Li ser wê daxuyaniyê, wezareta derve ya Iraqê bangî sefîrê Tirkiyeyê li Bexdayê kir û bala Tirkiyeyê kişand û di derbarê daxuyaniyên Erdoganî de ne rihetiya xwe diyarkir. 

Herwesa sefareta Tirkiyeyê ya li Bexdayê kete ber guleyan û vê yekê zêdetir Tirkiye aciz kir û Erdogan gefa vekişandina diplomatkar, û daxistina sefaret û konsulxaneyan (jiblî ya li Hewlêrê)  li Îraqê kir.

Lê ji bo normalkirina rewşa peywendiyên dualî di navbera Bexda û Enqereyê de, serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bi telefonê peywendî bi Erdogan kir û bi fermî daxwaza lêbihurînê jê kir.

Weke tê zanîn bizaveke xurt a bazirganiyê di navbera Îraq û Tirkiyeyê de heye û li gor wezîrê abûriyê hikûmeta Tirkiyeyê ticareta navbera her du aliyan gihiştiye 16 milyar dolaran.


Nûçeya peywendîdar:
http://www.rojevakurd.com/politik/9348-dplomasiy-tund-dibe.html



Rojevakurd

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Hilbijartinên Tirkiye û Kurd (Video)

Bernameya Vejîn li gel Amed Demirhan Hilbijartinên Tirkiye û rewşa partiyê Kurdan li nava vê hilbijartinê de dinirxîne... ...



Du mehe sefîrê Tirkiyeyê nikare Malikî bibîne
Berî heyamekî di navbera serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan û serokwezîrê Îraqê Malikî de şeredaxuyanî hebû û wê yekê wusa kir ku alozî di navbera Bexda û ...
Progrma serdana Erdogan bo Hewlêrê diyar bû
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Anadoluyê, serokwezîr Erdogan dê beşdarî merasîmên vekirinê yên konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê û balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bibe...
Parastina jiyana Haşimî ji bo Erdogan giring e
Piştî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî êrîşên xwe bo ser cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî berfirek kirîn, Enqer deriyên xwe ji bo pêşwazîkirin û parastina Tariq ...
Ehmed Dawudoglu diçe Sûriyê
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan duhî ji Reuters eşkere re kir ku wezîrê derve yê Tirkiyeyê dê roja sêşemiyê serdana Sûriyeyê bike û dê nameyeke ...
Piştî pêkanîna hikûmetê Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyeyê
Li gor hindek çavkaniyan, piştî pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîrê Kurdistanê dê bi fermî serdana Tirkiyeyê bike. Nêçîrvan Barzanî di çarçoveyî ...