Malper | Polîtîk | Nêçîrvan Barzanî kabîneya xwe li ser sê bingehan ava dike

Nêçîrvan Barzanî kabîneya xwe li ser sê bingehan ava dike

Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dilşad Şehab destnîşan kir ku kabîneya nû ya hikumeta herêma Kurdistanê di bin serokwezîrtiya Nêçîrvan Barzanî de, ser 3 beşên serekî dê xebata xwe bimeşîne.

Dilşad Şehab ku di heman demê de, cîgirê serokê Fraksiyona Kurdistanê ye derbarê damezirandina hikumeta nû de ji Rûdawê re got:

- Piştî ku Nêçîrvan Barzanî bi awayekî resmî bê erkdarkirin, ji bo beşdarbûna hikumeta nû dê bi hemû aliyên muxalefetê re pêwendî deyne.

- Nêçîrvan Barzanî, beşdarbûna hemû aliyan girîng dibîne û ji bo vê dixebite. Wê çi cudahiyê nexe navbera wezîrên aliyan de. Wezîr wezîrên hikumetê ne û divê kabîne jî kabîneya hemû aliyan be.

Endamê serkirdayetiya PDKê  herwiha got ku nuha rewşeke taybet li herêma Kurdistanê û Îraqê heye û pêwîstiya kurd bi yekrêzî û hevahengiyê heye:

- Niha rewşeke taybet li Iraq û herêmê heye. Nêçîrvan Barzanî di vê demê de pêwîstî bi hemahengî û yekîtiya hemû aliyan dibîne. Dixwaze pêkve beşdarî kar bibin û berpirsyariyê hildin ser milê xwe.

Dilşad Şehab di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: 

- Nêçîrvan Barzanî dibêje di vê qonaxê de sê tişt pêwîst in. A yekem; Yekrêzî û yekkirina kurdan. Ya duyem, Çaksazî ku divê bibe dawayekî giştî û ti kesek di vî warî de bêalî nemîne yan jî dualîtî nebe, ji ber ku hevkarî û hemahengiya hemû aliyan pêwîste. Ya sêyem jî; Xizmeteke berbiçav û eşkere, budçeya ji bo kîjan aliyê hatiye veqetandin dê li pêşçavan be.

Endamê Serkirdayetiya PDKê anî ziman ku Nêçîrvan Barzanî pir dixwaze hemû aliyên siyasî di hikumeta nû de cih bigrin û di dawiya daxuyaniya xwe de got:

- Barzanî dixwaze daxwazên aliyên din jî di pakêta hikumetê de cih bigrin. Eger çend alî beşdarnebin jî, ew ê ji karê xwe sar nebe lê ew di wê baweriyê deye ku bi hikumeteke berfireh encamên fireh derdikevin holê.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Axaftina Serokê Kurdistanê li kongreya WFDY (Video)

Gotara Serokê Kurdistanê ya li Kongreya Yekîtiya Xortên Demokratê Cîhan(WFDY) li Hewlêr ...



Piştî salekê Nêçîrvan Barzanî dîsa serokwezîr e
Li gora çavkaniyên ji polîtbîriya PDK, di Îlona sala 2011 de, Nêçîrvan Barzanî posta serokwezîriyê werdigire....
Ji %88 piştgiriyê li kandîdadkirina Nêçîrvan Barzanî dikin
Di rapirsiyekê da ku li hersê parêzgehên herêma Herêma Kurdistanê (Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê) û Mûsil û Kerkûkê hatiye kirin, ji %88 ji xelkî wan ...
SMS a Nêçîrvan Barzanî
SMS a Nêçîrvan Barzanî bû cîyê nîqaşê...
Nêçîrvan Barzanî tê xelatkirin
Rêvebirê ofîsa Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Hewramî di daxuyaniyekî de ragihan du, Nêçîrvan Barzanî li Seul, ji aliyê serokê Koreya Başûr ve tê ...
Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê
Cend deqîqe beriya nuha serokê kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîêrvan Barzanî, cîgirê wî Îmad Ehmed û wezîrên kabîneya nû ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ...