Malper | Polîtîk | Ji bo tesvîyekirina PKK-ê emê tişta pêwîst bikin

Ji bo tesvîyekirina PKK-ê emê tişta pêwîst bikin

Davutoglu: Eger hukumeta Iraqê û kurd ji bo ji holêrakirina PKK-ê li herêmê tişta pêwîst nekê, emê ya pêwîst bikin

Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu di derbara rewşa siyasî û PKK-ê de daxuyaniyên balkêş dan. Parlementerê MHP-ê Alim Alişik di derbarê teqîna ku li Hakarî çebûyî daxuyaniyek da û got: Amerîka bandore xwe li ser hukumetê di derbarê operasyonên li derê tixûbên Tirkiye tên kirin heye û desthilatdariya Bakurê Iraqê(Kurdistana Başûr) pişgiriya PKK-ê dike.


Li ser vê daxuyaniya parlementerê MHP-ê wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu bersivek bi nivîskî rêkir parlementoyê. Davutoglu di nivîsa xwe de dide xuyakirin ku, ji bo tesvîye kirina PKK-ê ji herêmê gelek kar tê kirin û herweha got ku, pêwendiyek xort di navbera Amerika, Tirkiye û Iraqê de ji bo vê pirsê heye.


Davutoglu di vê derbarê de got: Me vekirî ji rayadarên Iraqê û ji kurdan re gotiye ku, heyina PKK-ê li wê deverê zererek mezin dide pêwendiyên me. Wan jî daye kifşkirin ku di vê derbarê de bi hemi awayî arîkariyê li gel me bikin. Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî jî ji mere gotiye ku heyîna PKK-ê li herêmê û êrîşên ji ku dibe li ser welatên cîran, me jî gelek nerehet dike û emê li himber vê yekê kar bikin.


Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Davutoglu got: Eger hukumeta Iraqê û berpirsên herêma kurd ji bo tesvîye kirina PKK-ê tedbîrên pêwist nestînin, hinge wê Tirkiye tişta pêwîst bike.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Davutoglu behsa pêwendiyên Tirkiye û welatên rojava kir û got: Şerê me yê li dijê terorê de Amerîka şirîkek me yê mezin e. Bi gelek awayî hevkariya me û Amerîka bi hevre heye.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Serok li kongreya revenda kurdên Suriye li Hewlêr (vîdeo)

Îro 28.01.2012 li Hewlêra paytexta Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê axaftinek pêşkêş kir û axaftina xwe de bi xêrhatina hemû mîhvanan kir. Eve jî naveroka axaftina Serokê herêma Kurdistanê ye......



Em dikarin şerê Surî bikin
Wezîrê derve yê Tirkiye di derbarê siyaseta derve ya Tirkiye dîtinên xwe gotin û helwesta Tirkiye di derbarê bûyerêb Surî de nirxand....
Davutoğlu: Serdana Barzanî a Tirkiyeyê girîng e
Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu, diyar kir ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê di wexteke musaît de serdana Tirkiyeyê bike û got, ...
Davutoglu ji nivşkave çû Îranê
Pirsa çêkirina çêkên nukler û rewşa îranê  di rojeva cîhanê de tê gengeşekirin. Tirkiye di navbera Îranê û welatên din de û taybetî Amerîka de ...
Bi roketan êrîşê balyozxana Tirkiye kirin
Îro li paytextê Iraqê Bexdayê, Balyozxana Tirkiye bû armanca êrîşek çekdar. Hinek kesên nenas roket avêtin Balyozxana Tirkiye li Bexdayê. Roket li dîwarên Balyozxaneyê de ...
Davutoglu serdana Hewlêr dike
Vezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu serdana Hewlêrê dike. Davut oglu ji bo hinek pirsgirêkên heyî û taybetî ji bo avakirina hukumeta nû ya Iraqê ...