Malper | Polîtîk | Li dijê serfermandar doz vekirin

Li dijê serfermandar doz vekirin

Aydın Engin,Ahmet İnsel, Cengiz Algan, Prof. Dr. Gençay Gürsoy û Prof. Dr. Baskın Oran

Hinek nivîskar, akademisyen û rojnemavana li dijî serfermandarê hêzên çekdarên Tirk serî li dozger dan û di derbarê wî de doz vekirin.

5-ê meha 1-ê 2012-ê, serfermandarê Hêzên Çekdarê Tirk  Necdet Ozel li gel rojnama Milliyetê hevpeyvînek kiribû. Ozel di vê hevpeyvîna xwe de behsa rojeva siyasî kirîbû. Ditinên Ozel jî wek serfermandarên berê bûn.

Nejdet Ozel di hevpeyvîna xwe de gotibû: "Ez dijî wê yekême ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê". Herweha li ser pirsa kurd û girtinên di çerçova doza KCK-ê de tên kirin dîtinên xwe wek kesayetek siyasî sivîl dabûn kifşkirin. Ozel behsa guhertina destûrê jî kirîbû.

Nejdet Ozel

Li ser vê daxuyaniya Nejdet Ozel, hinek nivîskar, rojnemevan û akademîsyêna gilînameyek  nivîsandin û pêşkeşî dozegrê Enqere  kirin. Di gilînamê de Îmza Nivîskar û Rojnemevan Aydın Engin, nivîskar û akademisyen Ahmet İnsel, nivîskar Cengiz Algan, Prof. Dr. Gençay Gürsoy û Prof. Dr. Baskın Oran heye.

Ji berî gilînamê bidine dozger li ser nave kêsên ku îmze kirîn Prof. Dr. Baskın Oran gilîname ji rojnememanan re xwend û sedema vê gilînamê da diyarkirin. Oran di daxuyaniya xwe de got: Nabe serfermandarê leşkerî di derbarê rojeva siyasetê de dîtinên xwe bi vî awayî bêje. Ev yek li gora yasayê tawane. Nejdet Ozel jî wek serfermandarên berê kiriye û xwestiye bandora xwe li siyasetê bike. Ji bo demokrasiyê em li dijê Nejdet Ozel dozê vedikin û giliya wî dikin.

Li gora yasayên heyî tişta Nejdet Ozel kirî tawane û heta 5 sal ceza ji bo vê cureyê tawanê heye.

 

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Ferda Cemilpaşa şîrketên biyaniyên li Kurdistanê dinirxîne

Ferda Cemîlpaşa Rewşa wan şîrketên biyanî ku li Kurdistanê projeyên avadankirin û veberhênanê encam didin dinirxîne. Her wiha bandora van şîrketan li ser rewşa civakî û aboriya Kurdistanê eşkere dike....



Nejdet Ozel: Em pêşbînî zivistaneke dijwar dikin
  Sererkanê arteşa Tirkiyeyê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Milliyet de dibêje ku, di  zivistana îsal de dê şer û pevçûnên dijwar di navbera sopayê ...
Home Istanbul li Hewlêrê hat vekirin
Li bajarê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê, bazara hevçerx a Home Istanbulê hat vekirin. Li go AKnews duhî, Home Istanbul li bazara “Family Mall” li ser rûberê ...
Vê carê têkçûn
Plana wan vê carê negirt.....
Erdogan leşker rêz kirin
Şûra bilind a leşkerî di serokatiya Erdogan de civiya.Lê vê carê bi curek din civînê destpêkir, protokola civînê hate guhertin.......
Niha jî dora Buyukanit e
Serfermandariya hêzên çekdarên Tirk, 27-Nîsan a 2007-ê, ji bo hukumeta Ak Partiyê muxtirayek dan. Muxtira wek nameyek di malpera fermî ya serfermandariyê de hate belavkirin. ...