Malper | Polîtîk | YNKê Kosret Resûl bo postê cîgirê serokê hermê diyar kir

YNKê Kosret Resûl bo postê cîgirê serokê hermê diyar kir

Kosret Resûl

Azad Cindiyanê berdefkê polîtbûtoya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê eşkere kir ku di civîna îrê ya serkirdayetiya YNKê de, bi fermî Kosret Resûl bo postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê hat destnîşan kirin.

Herwesa Cindiyanî got ku Erselan Bayîz, ku nuha cîgirê serokê parlamentoya Kurdisdtanê ye, bo postê serokê parlamentoya Kurdistanê ji aliyê polîtbûroya YNKê ve hat destnîşan kirin.

Di cinîna îro de serkirdayetiya YNKê de nlikarî li ser kandîdê cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li hev bikin û li dor vê yekê berdefkê polîtbûroya YNKê got ku ew li benda begera Celal Talebanî ssekreterê YNKê ne ji bo yelalîkirina destnîşankirina kandîdê postê cîgirê serokê hikûmetê û kandîdkirina çend wezçrekên nû ji bo kabîneya heftem.



beriya destpêkirina civînê, endamê polîburoya Yekîtiya Nîştimanîya Kurdistanê, Sedî Pîre ji Xendanê re ragehand ku îro polîtburoya YNK dê ji bo gotûbêjkirina qonaxa guhertina hikûmetê kom bibe.

Pîre  aşkire kir ku di civîna wan ya îro de, kandîdê YNK yê ji bo postê cîgirê serokê hikûmeta nû bê destnîşankirin. Li gor agahiyan jî, ta niha her du endamên polîtburoya YNK, Îmad Ehmed û Hakim Qadir kandîdên  bihêz in ji bo wergirtina wê postê.

Li aliyekî din jî, Pîre da zanîn ku gotûbêjên îro dê li ser karê wezîrên hikûmeta nû û plana qonaxa nû bê kirin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Kurdistanê jineke Kurd karê taksîvaniyê bike çi dibe?

Li Kurdistanê jineke Kurd karê taksîvaniyê bike çi dibe?...



Goran hêzeke desthilatxaze ne reformxaze
Tevgera Goran xwe weke hêzeke opoziyon daye diyar kirin û ew xwe weke hêzeke reformxaz hisab dike. Lê gelo di rastiyê de wisaye? Goran reformxaze ...
Piştî salekê Nêçîrvan Barzanî dîsa serokwezîr e
Li gora çavkaniyên ji polîtbîriya PDK, di Îlona sala 2011 de, Nêçîrvan Barzanî posta serokwezîriyê werdigire....
Polîtburoya YNK-ê civîna xwe ya yekem kir
Di civîna yekê ya polîtburoya YNK’ê ya îro de desteya kargêriyê hate hilbijartin û berpirsên jimareyek buroyên YNK’ê jî hatin diyarkirin.Civîna yekê ya polîtburoyê bi ...
YNK ber bi çarenivîsek nediyar diçe
Paşeroja YNKê nediyar e Nûçeanalîz- Di van rojan de di mediya başûrê Kurdistanê de li ser çarenivîs û paşeroja Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) gelek minaqeşe tê ...
Adil Abdulmehdî berendamê serokweziriya Iraqiye
Îranê razî bû, ku berendamê Hevpeymanîya Niştimanîya Iraqî bibe serokê wezîrên Iraqê û alîyê Sedir û Hevgirtina Fraksiyonên Kurdistanê jî, rêkevtinek di navbera xwe de saz bikin....