Malper | Polîtîk | Cafer: Bexdayê pirsa pêşmerge piştguh xistiye

Cafer: Bexdayê pirsa pêşmerge piştguh xistiye

 

Wezîrê pêşmergeyê Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev çend sale ew digel hikûmeta Îraqa federal li ser nafên yasayî yêm pêşmerge gihiştîne rêkeftinekê lê hêşta Bexdayê ew rêkeftin cîbicî nekiriye.

Cafer Mistefa wezîrê pêşmerge got ku hikûmeta Bexdayê ne bi tenê pirsa pêşmerge lê pirsên din yên hilawîstî jî çareser nekirine, lê aloztir kirine:

- Ev pênc salin em digel hikûmeta Îraqê li ser pirsa pêşmerge û nafln wan yên yasayî civîn û danûstandinan dikin. Heta nuha bi sedan civîn hatine kirin. Ji encamê wan civînan, li ser hijmar û budceya  pêşmerge, em gihiştîne çend rêkeftinan. Lê heta nuke hikûmeta Bexdayê ew rêkeftin cîbicî nekirine.

- Em digel Bexdayê li ser wê yekê rêkeftin kul i Kurdistanê 190 hezar pêşmerge heye, 90 bên teqawîd kirin û 100 hezar jî weke psewanên sînoran li ser karê xwe berdewam bin.  Rêkeftineke din jî di navbera serokê herêma Kurdistanê û serokwezîrê Îraqê de heye ku du firqeyên sopayê Îraqê (firqeya 15 û 16) li herêma Kurdistanê dirus bikin, hemû karûbar bidawî hatine, lê ji aliyê Bexdayê ve hatiye ragirtin.

Cafer got jî ku çend careke digel hikûmeta Îraqê li ser budceya pêşmerge civyane. Ev şaş sale di parlamentoya Îraqê de behsa behsa budceya pêşmerge tê kirin ku hikûmeta Îraqê budceya pêşmerge û pasewanên sînor bide, lê tiştek nehatiye bi cî kirin.


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Hevpeyvîna serok Barzanî li gel Rai News 24 (Video)

Hevpeyvîna Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel televizyona Rai News 24 a Îtalya (Video)...



Pêşmerge û leşkerê Îraqê li ser 8 xalan li hev kir
Di sêyemîn civîna navbera şandeya wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta berevaniyê ya İraqê de, ku li baregahê wezareta berevaniya İraqê li Bexdayl ...
Du firqeyên leşkerî û yeka polîsê federal bo Kurdistanê
Babekir Zêberî serokerkanê arteşa Îraqê di daxuyaniyekê de got ku wezareta berevaniyê ya hikûmeta Îraqê û wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo pêkanîna ...
Wezareta pêşmerge dê ji 16 lîvayan pêk bê
Berdevkê wezareta pêşmerge yê Kurdistanê Caber Yawer duhî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dê di destpêka meha dahatû de malpereke taybet bi wezareta pêşmerge ...
Heyeteke hevbeş ji Swîsre û Fînlnadayê li Hewlêrê ye
Bi armanca jinêzîkve haydarbûn bi rewşa siyasî û pêşkeftinên herêma Kurdistanê, duhî şemiyê 14.05.2011ê heyeteke hevbeş ji Swîsre û Fînlnadayê bi serokatiya Pêka Martin û ...
Erebên Şengalê daxwaza hêzên pêşmerge dikin
Îro hijmareke zêde Şîniyên Ereb û Serok Eşîretên Ereb yên ku, derdora Devera Şengalê de jiyan dikin daxwaz ji hêzên pêşmerge kirin ku, li Deverê ...