Malper | Polîtîk | Burkay got ANF ji aliyê dewleta kûr ve tê îdarekirin

Burkay got ANF ji aliyê dewleta kûr ve tê îdarekirin

Kemal Burkay, di nivîseke xwe de bersiva Murat Karayilan û PKK da, ew bi tundî ji aliyê wan ve hatibû rexnekirin...

Nivîskar û siyasetvanê Kurd Burkay, her wiha ajansa ANF ku bi nêzîkbûna xwe ya bi PKK re tê naskirin, bi belavkirina nûçeyên derewîn tewanbar kir û got: „Xwendevanên min dizanin ku derdora PKK di rojên dawiyê de li dijî min kampanyayeke bê mustewa û li ser bingeha derewan dest pê kirine, Ajansa Firat ya Nûçeyan ANF weke her demê serkêşiya wî karî dike…“

Burkay dibêje, bi girtina Ocalan re û hevkariya wî ligel dewletê û diyarkirina ku ew amadeye xizmetê bike, berhemeke wê peymana bi dewleta kûr re jî, îdarekirina ANF ji aliyê kesên ku baweriya dewleta kûr bi wan heye.

Burkay diyar dike ku ANF ji aliyê dewleta Kûr ve tê îdarekirin.

Burkay di nivîsa xwe de ku di malpera Dengê Kurdistan, Twitter û Facebook de hate weşandin, balê dikişîne ser rayedarên bilind yên PKK û dibêje, „7-8 Hesen Paşayên li çiyan ku li halê xwe nanêrin, weke ku bixwazin ispat bikin ew dikarin weke klaşnîkofê bi qelemê jî bigirin, li pey hev li dijî min hukman didin…“

Kemal Burkay di nivîsa xwe diyar dike ku zemanê wî tuneye ew bersiva dijûnên ku li dijî wî di medyaya PKK de têne nivîsandin bide.

Burkay dibêje PKK berî jî li dijî wî kampanya vekirin.

Wiha berdewam dike: „Di destê min de sîleh tune, weke PKK. Min li dijî, şoreşgeran, kesan û tevgerên welatparêz, li dijî dengên cuda di nava rêkxistinê de sîleh bi kar nehanî, Şukur ku destê min paqîj e. Sîleha min tenê fikrên min in. Ez rastiyan dibêjim, piştî vegeriyam welat jî tiştê dikim ev in.

Burkay nivîsa xwe wiha diqedîne:


Bindest ji ço ditirsin, zordest jî ji gotin û ramanan.

(Avestakurd)


Nêrîn (2 nivîsand):

Feqîr Ehmed di 26/01/2012 19:43
avatar
Kemal Burkay bibêjê Apo ji alî dewûleta kurva tê îdarekirin,lê Kemal Burkay ji alî kêva tê xilat kirin û Ji Alî A P da jî tê parastin? Zarokên ku hîn nizanin nan bixun jî dizanin ku P K K e va sî,çel salin bi dewûleta kûr re şerekî mirin û mayînê didê! Kemal Burkay enîyê xwe pake, ji bo ku çek li hemberî dijminan pêk nanîye! Raste çekê xwe tunene û kesekî wayî jî tunene ku çekan li hemberî dijminên Kurd pêk bînin! Lê A P î her roj ramanan didê Kemal Burkay û ji bo nekokîyê berdê nav Kurdan! Lê idî ne komara Tirkî û nejî kesên Kurdên bê kesayet nikanin hêza parastina gelê Kurd reş bikin! Gelê Kurdistan pirr zana bûyê û zanê kî jî k re karan dikê!
Tirkan bi Rêhber got ko tu serî ElîŞêr ji mera bînî, eme xilateke herî mezin û mîlyonek lêra ji bidin te. Lê dema Rêhber serê ElîŞer bir li meclîsa Tirko, li pêşîya Ataturk danî. Kemal Ataturk lê nihêrî û kete ramanîyan.K. Ataturk rabû ser xwe û bi Rêhber re wa go: Ey Rêhberê Hêja te Karekî pirr baş ji me Türkan re kir,lê ElîŞêr Kurde û Tu jî Kurdekî! Te li netewa xwe xayînetî kir! Demek werê tu kanî li me Turkan jî bikî! Eze xilateke herî mezin bidim te, lê xilat ji wê xilatê çêtir tunene!Banî generalê xwe dikê û Rêhber jî dukujê! Yekî ku dijminê koka xwe bê ji neteweke dîn re jî nabê!
Cîhan tev dizanê ku dewleta kûr e Tirk li hemberî Kurdan şerekî didê û duxwaze Kurdan li ser rûyî erdê cîhanê bikê tuneyî! Hemû kor û kût jî dizanin!
Thumbs Up Thumbs Down
0
Farqini di 28/01/2012 08:19
avatar
Feqir Ehmed tu hertim feqir û nezan bimine.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 2 | Nîşan : 1 - 2

Nêrîna xwe birêke comment

Jinekê êrîşê Esad kir(Vîdeo)

Doh serokê Sûrî Bişar Esad axavtinek kir û naveroka axvtina wî de tiştek tunebû. Piştî axvtina xwe xilas kir û li otomobila xwe swar bû jinekî ji nav xelkê çû ber otomobila wî û ew protesto kir û tif kir.Piştî bûyerê akibeta wê jinê nayê zanîn....



Burkay: Xelata li ser navê Atatirk ne li gorî min e
Kevneserokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ku, berî demekê vegeriya Tirkiyeyê, derbarê xelata Atataurk ya Navnetewî de ku hatiye ragihandin dê wê xelatê bidin wî, got: ...
Çima komara tirk banî birêz Kemal Burkay dike?
  Di der pirsa Serokê P S K e yî berê, birêz Kemal BURKAY da, pirr gotin û nirxandin hatin rojevê Tirk û Kurdên. Di alîyên ...
Daxuyaniya Dengê Kurdistanê
Em bi malper û bi navnîşaneke nû weşana xwe didomînin...
Vegera birêz Kemal Burkay
Vegera birêz Kemal Burkay Berîya Kemal Burkay, ji welatê Swêdê vegerê Tirkîyê bi rojekê 30.07.2011, civînek xatirxwestinê ji alîyê hevalên wî ve li Stockholmê paytexta Swêdê ...
Gelo PKKê çima êrişî Burkay dike?
Beriya 6 mehan Kemal Burkay piştî 31 salan ji Swêdê vegeriya Tirkiyeyê. Dema ku ew vegeriya Tirkiyeyê berpirsiyar û wezîrên hikûmetê eleqeyek nêzik û germ ...