Malper | Polîtîk | Mesrûr Barzanî bi heyteke rûsî re civiya

Mesrûr Barzanî bi heyteke rûsî re civiya

Duhî (25.01.2012) li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya sefîrê Rusiyeyê yê Bexdayê Valeri Shovayêv kir.

Di dîdasrekê  de ku, konsulusê Rusyayê yê Hewlêrê û Hêmin Hewramî nerpirsê peyvendiyên derve yê Partiya Demorkata Kurdistanê  ama de bûn, Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe  li hember vê serdana han diyar kir.

Endamê polîtbûroya PDK û serokê Prastinê Mesrûr Barzanî got ku, ew dixwaze  peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de li gorî xwestek û berejwendiyên her dû gelên kurd û Rusiyayê de bin bi taybetî  ku, peyvendiyeke bihêz û dîrokî ya dostane di navebra serokatiya Kurdistan û serkirdayetî û gelê Rûsiyeyê de heye.

Ji aliyê xwe ve, sefîrê Rûsiyeyê jî kêfxweşiya xwe li hember vê hevdîtinê eşkere kir û ji bo wê pêşwaziya gerim ya ku li wan hatiye kirin, spasiya  Mesrûr Barzanî  kir û tekez li ser bihêztirkirina peyvendiyên dîrokî yên di navbera her dû aliyan de ku, vedigerin bo serdema şoreşa kurdî a bi serokatiya Barzaniyê nemir û hêvî xwestin ku, ev dîroka han bibe fakterek sereke bo bihêztirkirina peyvendiyên di navebra her dû aliyan de.

Heyeta Rusiyayê li hember asta bilind ya kar û çalakiyên konsuluxaneya Rûsiyeyê ya li Hewlêrê diyar kir û ji bo wê hevahengî û hevkariya, di her warî de ji wan re hatiye pêşkêş kirina, spasiya serokatiya Kurdistan û gelê kurd kir û dan zanîn ku, sedema vê yekê jî asta bilind ya hişyariya gel û serokatiya Kurdistanê ye.

Li gor KTVê, heyeta mêwan rewşa baş ya ewlekarî û emnîya Kurdistanê jî bilind nirxand û di vî warê de jî spasiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kirin ku, kariye di vê pêvajoya aloz de ya ku, Îraq tê de derbas dibe, rewşa ewlekariya Kurdistanê bi  başî biparêze.

Di berdewamiya vê hevdîtinê de her du alîyan rewşa emnî û ewlekarî ya Îraq û Kurdistanê jî rave kir û çendîn babet û meseleyên girêdayî yên vê mijarê jî nirxandin.

Heyeta mêwan rola serokên kurd bi giştî û ya serok Barzanî bi taybetî di nava prosesa siyasî ya Îraq, parastina tecrûbeya demokratîk û parastina hevsengiya heyî ya di navbera hêz û aliyên siyasî, etnîkî û olî li Îraqê de bi roleke girîng û dîrokî wesif kir. 

Di dawiya vê hevdîtinê de sefîrê Rûsiyeyê yê li Îraqê, jiber bi dawî hatina dema erkdariya wî li Bexdayê,  xatira xwe ji Mesrûr Barzanî xwest. 



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Talebanî derbarê konferansa Kurd de çi got?

Hevpeyvina Celal Talebanî Serok Komarê Iraqa Federal li gel televizyona IMC ...



Mesrur Barzanî pêşwaziya şandek Amerîkî kir
 Li gora nûçeya KTV, Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke Amerîkayî bi Serokatiya Şewirmendê berê yê Asayîşa Netewiya Serok Amerîkayê James jones kir.Di destpêka hevdîtinekî de  Mesrûr ...
Nêçîrvan Barzanî û Celîlî hevdîtin
Îro Emîndarê giştî yê Ciwata Ewlekariya Komara Îranê Seîd Celîlî li Tehranê pêşwaziya Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.Di vê hevdîtina han de ...
Rewşa Sûriyeyê nirxand
Duhî li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li heyeteke wezareta derve ya Brîtanyayê a bi serokatiya berpirsa dosyeya opoziyona Sûriyeyê ya wezareta derve xanim Fransis Gaia ...
Serokê Kurdistanê pêşwaziya parlementerên berîtanî û skotlendî ki
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, duhî li Selahedînê pêşwaziya heyeteke hevbeş ya parlementerên berîtanî û skotlendî kir. Di hevdîtinekê de, heyeta mêwan ji bilî diyarkirina kêfxweşiyê li ...
Gates: Amerîka bi çavekî dostane berê xwe dide Kurdistanê
Di çarçoveya serdana xwe ya bo İraqê de, wezîrê parastinê yê Amerîka Robert Gates îro gehişte paytexta herêma Kurdistanê û li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ...