Malper | Polîtîk | Erdogan:Gotinên Malikî qirêjin

Erdogan:Gotinên Malikî qirêjin

Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan careke din bersiva daxuyaniyên serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî ku gotibû; Tirkye mayê xwe di karûbarên navxweyî yên Îraqê de dike, da û got ku eger Malikî li Îraqê şerekî mezhebî dirust bike, hîngê bi tu awayî Tirkiye bêdeng namîne:

- Em bi tu awayî terefdariya tu netewe û mezheban li Îraqê nakin. Bi tenê em dixwazin li deverê îstiqrar û aramî hebe. Gotinên Malikî gelek kirêt in, divê Malikî wê yekê baş bizane ku eger ew şerê mezhebî dirust bike, hîng ê Tirkiye bêdeng namîne.

Erdogan di daxuyaniya xwe de hişdarî da serokwezîrê Îraqê û got:

- Pêwîste Malikê agadarî gotinên xwe be û dest ji cudahiyên mezhebî berde.

Serokwezîrê Tirkiyeyê got ku Nurî Malikî tankan dişîne pêşiya deriyên wezîrên hikûmeta xwe:

- Ev yek çawa dibe? Hîngê kes nabêje Malikî serokwezîrekî adil e û desthilatdariyeke dadperwerane birêve dibe. Li ber deriyê cîgirê serokomar û wezîran tang rawestane, ev yek çawa dibe? Lê mixabin, hikûmeta Îraqê vî karî dike. Yên ku li Îraqê bibine sedemên dirustbûna şerekî mezhebî, ew dîrokeke reş ji xwe re çê dikin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Du mehe sefîrê Tirkiyeyê nikare Malikî bibîne
Berî heyamekî di navbera serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan û serokwezîrê Îraqê Malikî de şeredaxuyanî hebû û wê yekê wusa kir ku alozî di navbera Bexda û ...
Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî
Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî Li gor hin çavkaniyan Enqere daxaz ji Amerîkayê kiriye ku bi a serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî neke û her karekê ...
Parastina jiyana Haşimî ji bo Erdogan giring e
Piştî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî êrîşên xwe bo ser cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî berfirek kirîn, Enqer deriyên xwe ji bo pêşwazîkirin û parastina Tariq ...
Progrma serdana Erdogan bo Hewlêrê diyar bû
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Anadoluyê, serokwezîr Erdogan dê beşdarî merasîmên vekirinê yên konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê û balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bibe...
ORSAM: Îraq ber bi parçebûnê diçe
Enadmê enstîtuya lêkolînên stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM), ku navenda wê li paytexta Tirkiyê Enqereyê ye, Çetiner Çetin diyar kir ku, şîeyên Iraqê bi helwestên ...