Malper | Polîtîk | 4 parlamenter ji Goranê cuda bûn

4 parlamenter ji Goranê cuda bûn

4 parlamenterên ji Goranê îstîfakirî

Her 4 parlamenterên Tevgera Goranê (Karwan Salih, Îsmaîl Gilaleyî, Peyman Ebdulkerîm û Ebdulrehman Zaxoyî) ji kutleya Goranê ya nav parlamentoya Kurdistanê îsîtfa kirin. 

Li dor vê mijarê parlamenter Ebulrehman Zaxoyî daxuyaniyek da çapemeniyê û piştras kir ku wan 4 parlamenteran ji kutleya Tevgera Goranê îstîfa kiriye û dê kutleyeke nû pêkbînin û got:

- Roja çarşemiyê 4 parlamenterên tevgera Goranê bi nivîskê nameya îstîfakirina xwe gihanide kutleya parlamenterên Goran ya nav parlamentoya Kurdistanê û biyar daye ku weke firaksyoneke serbixwe, cuda ji tevgera Goranê,  di nav parlamentoya Kurdistanê berdewamiyê bi karê xwe bidin.

Zaxoyî got ku tevî îlankirina firaksyoneke serbixwe ji aliyê her 4 parlamenteran ve , lê hêşta wan tu nav ji bo firaksona xwe nedîtine.

Tevgera Goran hewil dide ku ew 4 parlamenter ji endam parlamenteriyê îstîfa bikin daku 4 kesin din li şûna wan deynin, lê ew bi tenê ji Goranê îstîfa dikin.

Li gor yasayê parlamentoya Kurdistanê tevgera Goran nikare wan 4 parlamenteran neçar bike ku ji parlamenteriyê îstîfa bikin. 

Yasazan Ehmed Wertî dibêje:

- Li gor qanûnê, Tevgera Goran bi tu awayî nikare wan 4 parlamenteran neçr bike daku ji parlamenteriyê îstîfa bikin. Ew dikarin weke parlamenterên serbixwe di nav parlamentoyê de berdewamiyê bi karê xwe bidin. Bi vî awayî jî Goran nikare tu kesan li şûna wan deyne. 



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Fermandarên Tirk har bûn -VÎDYO-

Di Lîvaya Piyadeyê Ewlekariyê Hundirîn a Şirnexê de fermandarekî Tirk ji ber kêyfa xwe leşkerên xwe binê xeteriya mirinê. Fermendar leşkerên xwe li derûdora nîşangehê rêz ...



Belgenameyek têkeliyên Goran û Îranê eşkere dike
Li gor belgenamyekê ku malpera li Dengê Serbixwe hatiye weşandin behsa têkeliyên navbera Îranê û tevgera Goranê dike: Berpirsên Tevgera Goranê li bajarê Kirmanşahê li rojhilataê ...
Ev jî demokrasiya parlamentoya Kurdistanê
Duhî parlamentoya Kurdistanê bi armanca minaqeşekirina budceya herêma Kurdistanê civîneke awertre saz kir. Di civînê de parlamenterên ser bi kutleya Goranê nerazîbûna xwe li ser ...
Goran hêzeke desthilatxaze ne reformxaze
Tevgera Goran xwe weke hêzeke opoziyon daye diyar kirin û ew xwe weke hêzeke reformxaz hisab dike. Lê gelo di rastiyê de wisaye? Goran reformxaze ...
Newşêrwan Mistefa rojnameya Rojname daxist
Bi biryareke Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê rojnameya Ronmae ku ji kompaniya Wşe dihat weşandin, hat daxistin û îro hijmara dawiyê derdikeve. Li gor Hawelatî, Newşêrwan ...
125 dezgeh: Bila sivîl şerê ragehandinê raweste
Federasyona Saziyên Civaka Sivîl bi mebesta arambûna rewşa siyasî ya Kurdistanê beyannameyek belavkirin. Di beyannameya federasyona navbirî daxwaz dike ku şerê ragehandinê yê navbera di Tevgera Goran, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bê rawestandin....