Malper | Polîtîk | Şawês: Îraq ber bi şerê navxweyî ve diçe

Şawês: Îraq ber bi şerê navxweyî ve diçe

Cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês di daxuyaniyekê de diyar kir ku,  rewşa niha ya Iraqê aloz e û welat ber bi şerê navxweyî û tayifî ve diçe. 

Roj Nûrî Şawês ji AKnewsê re got:

- Li gorî baweriya min ew alozî û kirîza sisyasî ku niha li Iraqê heye, ya herkesî ye û divê herkes hewla çareseriyê wê bide. 

Şawês  got ku,  heke alozî û tengaviya niha Îraqê eê de ye neyê çareserkirin, arîşe dê kûrtir bibin, ji ber ku Iraq niha ber bi şerê navxwe û tayifî ve diçe. 

Cîgirê serokwezîrê Iraqê di berdewamiya daxiyaniya xwe de got:

- Heke şerê navxwe û tayifî li Iraqê biqewime, êdî tenahî û pêşketina welêt namîne, paşeroja me tarî dibe û emê nezanibin ka sibê dê çi bê serê me. 

Roj Nûrî Şawês got ku, rewşa niha îraqiyan neçar dike hewl bidin ku sîstema federal û hevkariya rast di navbera aliyên siyasî de pêk bê.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Sala 2012-ê sala kurdan e
Rojnameya Jerusalem (Ûrşelîm) Post a Îsraîl, sala 2012ê wek sala kurdan bi nav kir û wiha nivîsand, “Heke kurd xwe jîr bikin dê dîsa bibin ...
NY:Li Iraqê di 5 mehan de7000 kes hatine kuştin û birîndar kirin
Bexda - Berpirsê Iraqê yê NY ragihand ku di detpêka sala 2010-ê heta niha 7000 kes li Iraqê hatine kuştin û birîndar kirin.Di vê derbarê ...
Em dikarin pêşiyê li êrîşên Îranê bigirin
Berdevkê hêzên DYAyê yên Iraqê Jefry Biyogatin, diyar kir, ew amade ne, bo ragirtina topbarankirina deverên sînorî yên Iraqê, piştevaniya hikûmeta Iraqê bikin....
Obama : Li İraqê şer qediya niha dora aboriye
Serokê Amerîkayê Barack Obama rola artêşa Amerîka ku li İraqê de bûn doh şev bi awayekî resmî qediyaye a niha jî em dixwazin pirsgirêkên aboriyê ...
Ofîsa Yekîtiya Ewropayê bi resmî li Hewlêrê hate vekirin.
Ofîsa Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Herêma Kurdistanê îro bi awayekî resmî li Hewlêrê hate vekirin. Serokê Mîsyona YE’yê li Iraqê Francisco Diaz Alcantud îro li ...