Malper | Polîtîk | Nêçîrvan Barzanî dixwaze hukumetek netewî ava bike

Nêçîrvan Barzanî dixwaze hukumetek netewî ava bike

Nêçîrvan Barzanî û Elî Babîr
Nêçîrvan Barzanî,û berpirsê Komeleya Îslamî Elî Bapîr hevdîtinek pêkanîn. Barzanî di konferanseke rojnamevanî de, ragihand: “Em kêfxweş dibin aliyên opozisyonê beşdariyê di hukûmeta bê de bikin, ne kû beşdar bibin çûnkî serokê Hukûmetê dê ez bim, beşdariya wan bo wêye da kû em hemû bi hevre pirojeyên kû jêre dibêjin çaksazî di vî welatî de cêbecîh bikin”.



 
Îro li Hewlêr, cîgirê serokê partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, berpirsê Komeleya Îslamî Elî Bapîr, kom bûn û piştî kombûnê jî hûratiyên naveroka kombûnê di kongreyekî rojnamevanî de eşkire kirin.

Her di vê kongreya rojnamevanî de, berpirsê Komeleya Îslamî ragihan “ Em sûpasiya vê serdana alîkarê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê dikin, ne tenê ji aliyê me lê belê ji aliyê hemû aliyên din ve jî weke Neşêrwan Mustefa sûpasî darin, ew nefes û giyanê kak Nêçîrvan bi xalekî gelek erênî dibînin û girîng dibînin. Pêwîste em di rûyên hev de vekirî û erênîbin”

Di derbarê beşdarbûn yan ne beşdarbûna wan di kabîneya dahatî de, kû weha biryare Nêçîrvan Berzanî serokayetiya wê bike, Bapîr weha got: “ Hîna bi fermî Kak Nêçîrvan bo vê postê ne hatiye raspartin, lê ya girîng ewe kû em bi hevre dilsoz bin û hewil bidin kû hevkar û rahêjerê karên hevdû bin. Em hêvîdarin kû di demeke nêzîk de, kak Nêçîrvan her erkê kû jêre hat separtin bi karibe bi baştirîn şêwe cêbecê bike, kû hemû xelkên Kurdistanê jê razî be”.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Berzanî got kû: “ me herdem rola Mamoste Elî Bapîr bilind nirxandiye, lê hemû ew arîşeyên kû li herêma Kurdistanê têne pêş, di kombûna îro de weke dû aliyên Siyasî, rewşa niha, pêşeroja Kurdistanê û çaweniya kar û xebatên hukûmeta pêşde hatin baskirin. Me mijara bi hevre karkirinê kiriye, hem li Kurdistanê û hem jî di bûwarên wan pirsên kû ji bedadê dikevin pêşiya me de weke herêma Kurdistanê, ev hevdîtinên han di pêşerojê de jî dê li gel Komeleya Îslamî û aliyên din jî her berdewam bin”

Şanda Partiyê pêkhatibûn ji Nêçîrvan Berzanî cêgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistan, Cehfer Îbrahîm û Mehmûd Mihemed endamê polîborûya PDK û Dilşad Şehab endama encûmena serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê.
 

Hejan Ehmed / PAN

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Hevpeyvîn: Sînemxan Celadet Bedirxan - Video

Sînemxan Celadet Bedirxan li hevpeyvîneke xwe ya li gel televizyona Gelî Kurdistan behsa kar û xebatên Bedirxaniyan kir û her wiha behsa kar û jiyana xwe kir....



SMS a Nêçîrvan Barzanî
SMS a Nêçîrvan Barzanî bû cîyê nîqaşê...
Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye kir
Nêçîrvan Barzanî gihijt Turkiye û ji bo pirsa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê, ev cara yekem e ku berpirsên Turkiye kombûnan bi berpirsên herêma Kurdistanê re saz dikin. Weha jî hat naskirin, ku dê berpirsên Turkiye piştî hîngê kombûnan bi berpirsên dinên Iraqê jî re saz bikin. ...
Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê
Cend deqîqe beriya nuha serokê kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîêrvan Barzanî, cîgirê wî Îmad Ehmed û wezîrên kabîneya nû ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ...
Nêçîrvan Barzanî û Newşirvan Mistefa civiyan
Îro cigirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û berbijerê serokê hukumeta Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ji bo gotubêja di derbarê avakirina hukumetê de ji bo hevdîtina aliyên ...
Nêçîrvan Barzanî serdana Partiya Sosyaldemokrata Kurdistanê kir
Li gora nûçeya KurdistanTv-ê, Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê û berbijarê postê serokatoiya hukumeta  Kurdistanê,  Nêçîrvan Barzanî di çarçoweya serdanên xwe yên ji bo baregeh ...