Malper | Polîtîk | Tirkiye mecbûrî Barzanî bû

Tirkiye mecbûrî Barzanî bû

Rojnamevan Orhan Dede di nivîseke xwe de ku di malpera Yeni Mesaj weşandiye behsa peywendiyên Tirkiyeyê digel Buhara Erebî dike û dibêje ku ji sedemê helwestên Tikriyeyê li hember Buhara Erebî Tirkiye mihtacî herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî bû:
- Di gel destpêkirina Buhara Erebî, Tirkiye cihê xwe li ba welatên Rojava girt û dijî rijêmên Tunis, Misir û Lîbiyayê rawesta.
Dede di nivîsa xwe de helwestê Tirkiyeyê li hember buhara Sûriyeyê dinirxîne û dinivîse ku Tirkiye li dijî rejima Sûrî helwest girt da ku xwe li dilê welatên rojava şirîn bike:
- Di buhara Sûriyeyê jî de, Tirkiyeyê eynî helwest nîşan da, daku xwe li beramber welatên rojava şirîn bike. Esed ji dostîniyê kir dijmin, lê Sûriye weke Tunis û Lîbiya nebû, Sûriye cîrana Tirkiyeyê ye, li hember helwestê Tirkî, Sûriyê sînorên xwe girtin. Ji ber vê yekê jî bazirganiya Tirkiyeyê bo welatên Rojhilata Naverast ziyan gihayê.


            Orhan Dede

Rojnamevan Orhan Dede di berdewamiya nivîsa xwe de diyar dike ku piştî Sûriyê deriyên Bazirganî li ser Tirkiyeyê girtin, Tirkiye neçar bû li deriyê Îraqê bide:
- Tirkiye neçar bû li deriyê Îraqê bide, lê Îraqê deriyê xwe ji Tikriyeyê re venekir. Tirkiye mecbûr bû li deriyê Barzanî bide daku ew zirara bi milyard dolaran gihayê vegerîne.
- Barzanî jî ew derfet bi başî bikaranî û pêşniyar kir, bêy îcazeya hikûmeta merkezi ya Îraqê û rêkeftineke taybet digel wê, vekirina du deriyên nû kir. Bi vî awayî Tirkiye neçar bû cîyê xwe li ba Barzanî bike.
Dede nivîsa xwe bi pendeke pêşînan bidawê tine û dibêje ku bav û kalên me gotiye “çi biçînî dê wî hilînî.”

 

Rojevakurd


Nêrîn (1 nivîsand):

Feqîr Ehmed di 29/01/2012 16:22
avatar
Pirr dîqet kirin ji netewa Kurd re pêwîste! Ji bo ku di bin Tirkanda bi hezaran lîsk û dolap hene! Di cîhanê da kesên wekî Tirko nêne dîtin, ji bo bercewendîyê zikê xwe têr bikê kanê ji her kesî re kûçikê bikê û mînak jî heye, îro ji Abûrop û A B D re kûçikê dikê! Lê pîlan û liska Tirko duxwazê Kurd û Ereban berî hev bidê! A B D û Abûropa ji lîskê Tirko Fêr bûne û dostên Tirko jî neman, tenê Kurd mane û Kurdan kanê bixapînê! Lê Ko Kurd jî vê carê şîyar bin, Tirko di cîhanê da yê deşifre bibin û Kurd jî kanin komara xwe ava bikin! Pirr û pirr pêwîste Kurd nêne lîskên Tirko!
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

Vekirina Konsolxaneya Amerîka li Kurdistanê (Video)

Rêwresma vekirina Konsolxaneya Amerîka li Hewlêra paytexta Kurdistanê...



Pêwistiya kurd û tirkan bi biratiyê heye
Rojnamevan Ebdulrehman Dîilipak di nivîseke xwe de li malpera Haber Vakti de weşandiye, behsa wê yekê dike ku Îraq ber bi parçebûnê diçe û rewşa ...
Enqere û Şamê li ser "Vegera bo malê" li hev kir
Rêkeftina der heqê veguhastina girtiyan de ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, li Parlamentoya Tirkiyeyê hate pesendkirin. Gava yekê ya “Projeya ‘Vegera bo malê’ ya ...
Pisporekê îsraîlî: Sûriya dibe nawenda şerekê berfireh li Rojhilata Navîn
Pisporekê îsraîlî Tisîvî Barîl di lêkolîneke xwe de dide xuyakirin ku rewşa Sûryeyê ber bi wê yekê diçe ku Sûriya bibe nawenda şerekê berfireh û ...
Ehmed Dawudoglu diçe Sûriyê
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan duhî ji Reuters eşkere re kir ku wezîrê derve yê Tirkiyeyê dê roja sêşemiyê serdana Sûriyeyê bike û dê nameyeke ...
Parastina jiyana Haşimî ji bo Erdogan giring e
Piştî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî êrîşên xwe bo ser cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî berfirek kirîn, Enqer deriyên xwe ji bo pêşwazîkirin û parastina Tariq ...