Malper | Polîtîk | Xelyûn bi serdaneke neragihandî li Hewlêrê bû

Xelyûn bi serdaneke neragihandî li Hewlêrê bû

Piştî serdana neragihandî ya şanda civata niştimanî ya Sûrî bo Hewlêrê bi serokatiya serokê civatê Burhan Xelyûn di destpêka vê mehê de, hewldanek bo yekkirina herdu opozisyonên Kurdî û Sûrî dest pê kiriye, biryar e civîna bê di navbera herdu aliyan de li bajarê Hewlêrê bê kirin.

Endamê desteya cîbicîker ya civata niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Seyda, ku serê vê mehê ligel Burhan Xelyûn serdana Hewlêrê kir û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya, derbarê wê serdanê ku kitekitên wê bo medyayê nehatin kifşkirin, ji Rûdawê re ragihand ku di wê serdanê de ligel Barzanî nîqaş kirin û mijara serekî ya niqaşan jî garantîkirina mafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê piştî nemana rêjîma Beşar Esed bû, ku êdî zêdetir dikeve jêr zexta navxwe û navdewletî.

Seyda, ku ji Qahîreyê bi riya telefonê ligel Rûdawê dipeyvî, got ku piştî wê serdanê “dîtina Barzanî li hember civata niştimanî ya Sûriyê guherî.” Wek nîşanekê bo gumana serkirdayetiya siyasî ya Kurdî li Herêma Kurdistanê li hember lîderên dijberiya Sûrî ku di çend helkeftan de gotine tu cudahiyek di navbera dîtina desthilatdarên niha yên Sûrî û aliyên opozisyona Sûrî de li hember pirsa Kurd nabînin.

Civata niştimanî ya Sûrî par bi çavnêrî û piştgiriya hikûmeta Tirkiyê li Stenbolê pêk hat, lê opozisyona Kurdî ji çend partî û rêxistinên siyasî û sivîl pêk tê, lê partiyên Kurdî tevî civatê nebûne, lê 5 Kurd bûne endamên civata 29 kesî, herwiha Ebdilbasit Seyda bû endamê civata cîbicîkirinê ku ji 7 kesan pêk tê. Dû re civatek bi navê civata niştimanî ya Kurdî li Sûrî pêk anî ku 10 partiyên siyasî û çend saziyên sivîl û kesatiyên serbixwe lixwe digire.

Seyda kifş kir, ji aliyê Herêma Kurdistanê hewldanekê dest pê kiriye bo yekkirina herdu civatan û got: “Biryar e di demeke nêzîk de em bersiva xwe bidin derbarê tevlîbûna civata niştimanî ya Sûrî û Kurdî. Me daxwaz kiriye herdu civat li bajarê Hewlêrê di demeke nêzîk de bicivin.”

Serokê civata niştimanî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê Ebdilhekîm Beşar ji Rûdawê re piştrast kir ku nêzîkbûnek di navbera herdu civatan de peyde bûye. Beşar ku sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûrî ye, got: “Em hest dikin civata niştimanî ya Sûrî bi awayekî ligel me tevnagere ku em û wan li Sûrî wekhev in, lê dîsa jî niha hinek pêşveçûn û nêzîkbûn di navbera civata niştimanî ya Kurdî û Sûrî de heye.”

Seyda, serdana şanda xwe bo Hewlêrê weke “pir serketî” wesf kir û got : “Ev serdan li ser daxwaza civata niştimanî ya Sûrî bû, bo minaqeşekirinê ligel serokê Herêma Kurdistanê.”

Derbarê daxwaza Barzanî jî ji wan, got: “Daxwaza serokê Herêma Kurdistanê derbarê Kurdên Sûrî bû, wî daxwaz kir piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed mafên Kurdan li Sûrî bên çespandin. Di gotûbêjan de me qala wêya kir ku bi tu hawî herdu civat bibin yek, niha em li ser mêkanîzmekê kar dikin ku bi çi awayî em van herdu civatan bikin yek civat û biryar e di demeke nêzîk de jî em bersiva vê daxwazê bidin.”(Rudaw)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Civîna Rojnamevaniya Serok Barzanî li Hewlêr (Video)

Naveroka axaftina Serokê Herêma Kurdistanê li civîna rojnamevaniya vegera ji Bexda...



Eger em daxwaza dewleteke Kurdî bikin em ji vê yekê şerm nakin ‘
Kanala El-Cezîre hevpeyvînek ligel serokê Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Dr. Ebdilhekîm Beşar çêkir û çend pirsên ...
Konfranasa Hewlêrê payama piştgirya kurdên rojava bû
  Rojên 28 û 29ê Çileyê revenda kurd ya rojavayê Kurdistanê li Ewropa kongreya xwe li bajarê Hewlêrê saz kirin. Beşdarvanên kongrê dibêjin ku ev kongre ...
Daxwaza Kurdan li Sûriyê federalî ye!
Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Îsmaîl Heme, ku partiya wî yek e ji wan 10 aliyên ku vê dawiyê Civata Niştimanî ya Kurdî ...
Em daxwaza federaliyê dikin
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Ebdulhekîm Beşar di hevpeyvînek ligel Rûdawê de behsa rewşa niha ya Sûriye û senaryoyên piştî rûxandina rejîma Esed ...
Mîranî: Em tenê dikarin rê nîşanî kurdên rojava bidin
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Fazil Mîranî di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de behsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, boçûnên partiya xwe derbarê ...