Malper | Polîtîk | Kosret Resûl yan Berhem Salih

Kosret Resûl yan Berhem Salih

Resûl û Salih

 

Careke din pirsa ka gelo piştî Celal Talebanî kî dê serokatiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bike di rojeva başûrê Kurdistanê û bi taybetî di nav rêxistinên YNKê de gerim dibe.

Li gor hindek çavkaniyên siyasî YNK careke din Kosret Resûl cîgirê yekem yê sekreterê YNK tê îhmal kirin û serperiştîkirina karûbarên YNKê dikev destê Berhem Salih ku cîgirê duyem yê Celal Talebanî ye. Eger li gor pileyên hizbî be divê Kosret Resûl ku cîgirê yekem e serperiştiya karûbarên YNKê bike.

Azad Cindiyanî berdefkê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di heftiya çûyî de di dîdarekê de digel rojnameya Kurdistanî Niwê ew yek eşkere kiribû ku ji nuha û pêde Berhem Salih dê serperiştiya karûbarên YNKê bike.

Lê çavkaniyeke nêzîk Kosret Resûl ji rojnameya Hawelatî re gotiye ku piraniya kadiroyên serokatiyê û polîtbûroya û serokatî bi wê yekê re bûn ku karûbarên YNKê bikevin destê Berhem Salih ne Kosret Resûl, her çi qas Berhem Salih cgirê duyem e û ”ev yek jî wê diyar dike ku amadekarî tên kirin ku piştî Celal Talebanî postê sekreterê giştî bo Berhem Salih be ne bo Kosret Resûl be.

Arêz Ebdula endamê serokatiya YNKê li dor vê pirsê ji rojnameya Hawelatî re got Berhem Salih cîgirê sekreterê YNKê û wezîfeya wî weke serokê hikûmetê bidawî hat û dibe ku serperiştiya karûbarên YNKê bike û got: ”ji bo kongreyê gelek wext nemaye, di sala bê de dê kongreya bê saz kirin û ev pirsed ê bê yekalî kirin.”

Li gor rojnameya Hawelatî, piştî berhem Salih ji bo serperiştîkirina karûbarên YNKê hatiye diyar kirin. Kosret Resûl jî ji bo postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê jat diyar kirin, ev yek jî ji bo bêdengkirin û razîkirina Kosret Resûl bû.


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




YNK ber bi çarenivîsek nediyar diçe
Paşeroja YNKê nediyar e Nûçeanalîz- Di van rojan de di mediya başûrê Kurdistanê de li ser çarenivîs û paşeroja Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) gelek minaqeşe tê ...
Talabanî pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir
Silêmanîyê - Evroj sekreterê giştîyê Yekîtîya niştimanîya Kurdistanê Celal Talebanî, pêşwazîya cihgirê serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re kir...Di dîdarekê de, ...
Piraniya gencan dixwazin xwestekên wan bighin Nêçîrvan Barzanî
 Li gor rapirsiyeke Peymangeha Kurdistan bo pirsên siyasî, ku di nav gencên Herêma Kurdistanê de hatiye kirin, piraniya gencan wate ji sedî 28 hez dikin ...
Konseya welatên erebî nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike
Duhî li baregayê konseya dewletên erebî li Qahîreyê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Omeru Mûsa serokê konseya dewletên erebî civiya. Piştî civînê Mûsa ...
Salih serkeftina şoreşgerên Lîbiyayê pîroz kir
Bi minasebeta serkeftina şoreşgerên Lîbiayayê bi ser desthilta Muemer Qdafî de, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahuyê ji serokê Civata Niştimaniya Lîbiyayê re ...