Malper | Polîtîk | KCK: Civîna li Hewlêrê hewla dînamîtkirina yekitiyê ye

KCK: Civîna li Hewlêrê hewla dînamîtkirina yekitiyê ye

Serokatiya KCK-ê di derbarê Kongreya kurdên  Sûriye li Hewlêr daxuyaniyek belav kir. Di vê daxûyaniyê de  KCK-ê, îdia dike ku ev kongreya li Hewlêr pêkhatî piraniya gel temsîl nake û ev yek hewldana parçekirina yekitiya kurdan e.

Di vê derbarê KCK di daxuyaniya xwe ya ku di ANF-ê de hatî belavkirin de dibêje: KCK’ê bal kişand ser civîna hin partiyên Kurdên Sûriyeyê ya li Hewlêrê pêk hat û got; “ Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin, derfetên baş ên ku gelê me bikaribe mafên xwe bi dest bixin çêbûne. Lê ji bo serkeftinê divê hemû yekitiya Kurdan pêk bê, ev yek pir girîng û pêwîst e. Ji ber vê jî, konferansa ku li Hewlêrê pêk hat, tenê hin alî beşdar bûn. Ev konferans piraniya gel temsîl nake. Ji ber wê jî ev konferans li hemberî yekitiya vê parçeyê weke derbeyekê ye û hewldana kûrtkirina parçebûnê ye. Berjewendiyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê yekitî dixwaze. Li hemberî vê jî hewldanên wiha yên ku yekitiya Kurdan dînamît dikin têne kirin, ev yek mirovan dixe nava fikaran. Siyaseta ku desthilatiya Herêma Kurdistanê dimeşîne xizmeta yekitî û çareseriyê nake, parçebûnê pêş dixe. Di axaftin û daxuyaniyan de banga yekitiya neteweyî dikin, lê di pratîkê de li gorî vê yekê tevnagerin, ev helwestek ne rast e. Tu feydeya vê yekê ji bo gelê Kurd tune ye. Em di vê dema dîrokî de bang li aliyên peywendîdar ên Kurdan dikin ku dest ji van hewldanên parçekirinê berdin, her wiha, guhdarî kesên hêzên ku nayên yekitiya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê nekin, nekevin bin bandora hêzên derve, di çarçoveya yekitiya azad a li welat de tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê û dahatûya xwe xurt bikin.”


KCK di daxuyaniya xwe de behsa  pêwendiyên Tirkiye û Kurdistana Başûr jî dike û dibêje: Di van demên dawiyê de rayedarên AKP’ê ji nunerên Başûrê Kurdistanê re teklîfa “Em ê li hemberî PKK’ê operasyoneke berfireh bidin destpêkirin, em ê vê carê ji vê belayê rizgar bibin, em dixwazin hûn jî beşdarî vê yekê bibin” birine. Dixwazin di hemleya konsepta şerê topyekin û komkujiyên nû de hin aliyên Kurdan jî beşdar bikin. Dixwazin li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê şereke nû û li hemberî gelê me jî zemînê komkujiyên nû amade bikin. Kesên ku li ser esasê derewan şerê psîkolojîk dimeşînin, yên ku tevlî vana dibin û bi awayekê dibin amûr- kî dibe bila bibe, nasnameya wan çi be bila ew be- dibin hevkarê komkujiyên ku ji aliyê AKP’ê ve têne amadekirin.

Di qonaxekî de kurdên Sûriye kongreya niştimaniya Kurdên sûrî avakirîn û li hewlêra paytextê Kurdistanê ji bo rawenda kurdên sûriye kongreyek pêkanîn wek destkeftiyek mezin ji bo tevgera Kurd li Sûriye tê nirxandin. Ev helwesta KCK-ê û îdiayên di derbarê vê kongreyê de dikin gelekî balkêş e.

Rojevakurd


Nêrîn (4 nivîsand):

Balagesh di 30/01/2012 17:26
avatar
Îcar mafê wan heye, rast dibêjin. Ji kîjan berê, partiyê dibin bila bibin, di cibîneke neteweyî de divê hemî hebin.

Helbet heger nûche rast be. Em dizanin ANF carnan derewan dike.

Hêjano serokatiya PKKê xayînti kiriye. Lê gerîlla zarokên me ne. Ew ne ji bo kêfa xwe derketine chiyê. Chê-xirab têkosherên me ne.

PKK ne bi gishtî ji xayînan pêk tê. Ji xeynî serokatiya wê bi gishtî ji welatparêzan pêk tê. Helbet nêrîneka wan jî heye.

Heger mirov behsa neteweyê bike, divê bi hemî kom, ber û rengên xwe bên temsîlkirin.

Serok Barzanî behsa Kongreya Neteweyî (yan jî konferans) kir. Dê helbet PKKyî jî werin, nêrîna xwe bêjin. Heger bên astengkirin, ji xwe ew jî nabe kongre/konferansa neteweyî.

Werin em êdî ji nêrînan netirsin.
Thumbs Up Thumbs Down
2
hawre di 30/01/2012 21:32
avatar
Ew daxuyani kok derewe bele ki dibe bla bibe derewe.PYD tewli nabe hewldane PYDli gel baase aşkereye.Bila yekem xwe zelal bikin be ka kij ali diparezen heger xwe zelal nekin bo çi were konferanse ? an werin bejin welle em de ser a xwe bin ?Karayilan de bla weki serok Barzani beje hewldane xwe bla ashkare beje da Kurden rojawa ka chi mewkida bla cih bigrin eger samimeyet u cidiyet gel wi hebe bila diyar bike .na nine.18 sal apo li rojawa yek deng bu chi ji bass xwest mafe Kurden rojawa yek kelime ser ksa nekiriya.em zanin be chi zike karayilan heye.zike wide dibeje eger ne ez bi bla na hich kesek bi bo wi chi pewiste eze bikim tiste dijmin ji nikare eze bikim.u diroke de em xal eshkereye.
were ser tirkiye dibeje serdana dike la hewler bo ameli an operasyonek berfireh,ew siyaseta kirej am nasdikin.bi hewladane Serok Barzani tirki nexweshe.muhakak cardi kurye devlete cu qandil got bela xwe li bashur bidin.bejin chi dibejin bejin hewler u tirk dest dane yek du.da ku resh bikin.. siyaseta kirej behna sheri te de heye.
ma ne derewe?carki Serok cu tirki u li tirki got em diji hewldane askerine.alikarnabin.heman roja gotina serok heye digot kes bla hewlnedin u cardi Kurd Bi Desta Kurd behet kushtin
icaa karayalino ma SErok anqare got em re nadin ija ewro li hewler re bidin turka??
here mendala u zaroka bixapine siyaseta resh u tari dema xwe bori xalo
Thumbs Up Thumbs Down
0
Balagesh di 31/01/2012 14:07
avatar
Kak Hawre te nêrîna xwe gotiye, hestên xwe aniye ziman. Lê mesele ne ew e. Mesele ew e ku ka kê derewan dike.

Gelo devedorên PKKê hatin an nehatin vexwandin?

Heger hatibin vexwendin û ew bi xwe nehatine bila bêjin.

Heger nehatine vexwendin jî ev ne rast e. Xebatên neteweyî li ser hizban re ne. Tenê partiyekê nikare neteweyî temsîl bike û ne rast e jî.

Netewe ji gelek chîn, kom, bereyan pêk tên. Partiyekê tenê nikare him feqîran biparêze him jî dewlemendan. Ev derewek e.

Serokatoya PKKê ketiye destên tirkan û bûye xayîn. Rast e. Lê PKK ne tenê ji serokatiya xwe pêk tê.

PKK xwedî 15 hezar gerîllayan e (ev hêjmar ji rojnameyeke brîtanî ye). 4-5 milyon alîkar û sîmpatîzanên wê hene.

Ev ne hindik e.

Hûn bixwazin nexwazin 4-5 milyon mirov bi gotina wan dikin. Erê dixapînin xelkê, lê ma 1500 sal in em bi îslam û biratiya tirk-ereb-eceman naxapin?

Xapandin ne tenê ji bo Apoyiyan e. Em wekî gel, bi gishtî hêj jî bi tirk-ereb-eceman dixapin.

Carnan Rojeva Kurd jî bo gotinên Erdogan û AKPê dixape, pesnê wan dide.

Karên neteweyî bi efûkirinê, bi hezkirinê, bi ashitiya navxweyî, bi biratiyê dibe.
Thumbs Up Thumbs Down
0
hawre di 01/02/2012 10:24
avatar
bele gor daxuyaniya dibejin beri konferanse dyp riya telefon serkeftin xwestiye gotiye em nayen.yani ki rast dibeje ?muhim ka mewkiya dyp ciye ?tiste em dizanin daxuyaniye ji imrali heta karayilan(raportaja rudaw)dibeje na xer em ne diji ne.heta gotin bla heza dij amerika kar beyne.wega mantika wuha rasti bla ney konferansa bastire.muhim helbet ne partitiya taske bla task be ji fakat bila di xizmeta Netewa Kurd bet.1 sala bo kongre Kurd dibejin sart u merce öcalan wuhaye wusaye.meyzina shart u merc peshi danin chiye?xwe ji em roj farzkirine.mantik chiye.dibeje konferansa rojava li hewler dinamitkirina perchekirine.wega hema chi dibe bla bibe heger 4 Kurd bo Kurdan ted gel yekdu ev ji bashe beri 20 sal 2 Kurd nedihat gel yek du.kandil bla bikin bo bakur cepha pash na cepha pesh.
slav u rez
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 4 | Nîşan : 1 - 4

Nêrîna xwe birêke comment

Axaftina Serok Barzanî ya li bajarê Kerkûk (Video)

Naveroka axaftina Serokê Herêma Kurdistanê ya li bajarê Kerkûk...



Konfranasa Hewlêrê payama piştgirya kurdên rojava bû
  Rojên 28 û 29ê Çileyê revenda kurd ya rojavayê Kurdistanê li Ewropa kongreya xwe li bajarê Hewlêrê saz kirin. Beşdarvanên kongrê dibêjin ku ev kongre ...
Di hilbijartinan de helwêsta yekîtiyê
 Kongreya Civak a Demokratîk (KCD), bi armanca yekîtiya Kurdên Bakurê Kurdistanê gavek balkêş avêt. KCD bi partiyên Kurd BDP, HAK-PAR, KADEP û saziyên sivîl ên ...
Konferansa Kurdistana Tirkiyeyê berdewam e
Serokên Partiyên kurdan yên Tirkiyeyê di “Konferansa Kurdistana Tirkiyeyê” de balkişandin ser yekîtî û statuya kurdan û xwestin kurd yekîtiya xwe ava bikin. Serokên KCD'ê, BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP û TDŞK'ê bi yekdengî yekitî û xweserî xwestin....
Kongreya Yekîtiya Aşûriyan pêk hat
Yekîtiya Cîhanî ya Aşûriyan, 27emîn kongreya xwe li navçeya Ankawa ya li bajarê Hewlêrê li dar xist....
Sûriye kurd û federalîzm helwesta Iraq û Kurdistanê û PKKê
Sûriye li Rojhelata Navîn dewletek stratejîk e. Sûriye piştî ku ji bin bandora Împeratoriya Osmanî xelas bû, ket bin bandora Fransayê. Lewra Engilistanê piştî Şerê ...