Malper | Polîtîk | Emê heta dawiyê pişta kurdên Sûriyê bigirin

Emê heta dawiyê pişta kurdên Sûriyê bigirin

Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên, diyar kir, deriyê kongreya partiyên kurdên Sûriyê li Hewlêrê bo hemû aliyekî vekiriye û Herêma Kurdistanê dê li ser piştevaniya xwe bo kurdên Sûriyê berdewam be.

Fuad Husên, îro di civîna kurdên Sûriyê li Hewlêrê de, diyar kir, partiya yekitiya demokrastîk a Sûriyê (PYD), bi fermî, ji aliyê serokatiya herêmê ve bo kongreyê hatiye vexwendin, lê wan beriya kongreyê ji me re gotin ku beşdarî kongreyê nabin.

Husên, got, hinek medya û televîzyon îdia dikin ku partiyeke kurdên Sûriyê hatiye piştguhxistin, ev îdia qet rast nîne. Ew bixwe beşdar nebûne, ji ber ku me deriyê civînê li ser kesî negirtiye. PYDê bi telefonê, hêviya serkeftinê ji kongreyê re xwest.

Serokê dîwana serokatiya herêmê, wiha pêde çû, em nikarin pêşiya kesî bigirin û mafê me yê wê yekê jî tune. lê beşdarînekirina wê partiyê di civîna kurdên Sûriyê de tu bandorekî li ser encam û biryarên civînê nake, ji ber ku piraniya nûnerên kurdên wî welatî di civînê de amade ne.

Fuad Husên, wiha got, emê li ser piştevaniya xwe bo kurdên Sûriyê berdewam bin û ev yek heta bidestxistina armacên kurdan li Sûriyê dê bidome.

Husên, ragihand, Herêma Kurdistanê destê xwe naxe nav karên navxwe yên Sûriyê, lê wek beşek ji netewa kurd, erka xwe dibîne pişta partiyên kurdî li Sûriyê bigire. (AKnews)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Barzanî li mesihiyan xwedî derdikeve (Vîdeo)

Mesîhî li Bexda û Musil ji jiyana xwe ditirsin. Wek tê zanîn ji berê çendekî li Baxdayê, hinek çekdaran êrîşek birin li ser dêra El ...



Serokê Partiya Çep biryara xwe ji nuha ve da
Roja 06.01.2012ê kongreya Partiya Çep ya swêdî tê saz kirin û di kongreyê de serokê parityê tê hilbijartin. Lars Ohly serokê Partiya Çep duhî di ...
Kongreya Yekîtiya Aşûriyan pêk hat
Yekîtiya Cîhanî ya Aşûriyan, 27emîn kongreya xwe li navçeya Ankawa ya li bajarê Hewlêrê li dar xist....
Nûbûn Dadwerî Hevrejiyan...
Kongreya Partiya demokrat a Kurdistanê ya 13-ê li Hewlêr a paytextê Kurdistanê civiya. Gelek mêvan ji welatên biyanî, ji Iraqê û Kurdistanê tevlkî Kongreyê bûn.  ...
Mîranî: Em tenê dikarin rê nîşanî kurdên rojava bidin
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Fazil Mîranî di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de behsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, boçûnên partiya xwe derbarê ...
Şêxmus: Muhafazakarên YNKê rê li guherînxwazan girtin
Warvîn: Endamê desteya damezrêner ê YNKê Omer Şêxmus di hevpeyvîneke digel Warvînê de aşkere kir ku hêzên muhafazakar ên nav YNKê di kongreyê de li ...