Malper | Polîtîk | Divê berpirsên kurd dawî li sîstema du partiyên serdest bînin

Divê berpirsên kurd dawî li sîstema du partiyên serdest bînin

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih

 

Çend çavdêrên siyasî yên rojavayî, guhertina serokatiya parlamento û hikûmetê li herêma Kurdistanê, wek biryar e di demeke nêzîk de bê kirin, ji bo berdewamiya hevbendiyê di navbera PDK û YNKê de, mîna nîşanekê giring dibînin lê bi baweriya wan jî ku ev belgeya jinavneçûna sîstema dû-îdaretiyê ye li Herêma Kurdistanê, nehiştina vêya jî wek yek ji karên pêşî yên hikûmeta bê dibînin. 

Heftiya çûyî, PDKê cîgirê serokê xwe Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna hikûmeteke nû diyar kir, ew jî wek proseyeke guhertina serokatiya parlamento û hikûmetê di navbera PDK û YNKê de ku li gor peymana stratejîk di navbera van herdu partiyan de, bireve diçe.

Çavdêrên siyasî yên rojavayî, yên ku bi dîqet çavdêriya proseya siyasî li herêma Kurdistanê dikin, vê proseya guhertinê wek karekî baş dibînin, lê hemdem dibên ku ew belgeya hebûn û jinavneçûna sîstema du-hikûmetî û du-îdaretiyê ye li Herêma Kurdistanê, digel ku bi dirêjiya şeş salên borî soza nehiştina vê sîstemê dane xelkê.

Bi dîtina mamosteyê zanînên siyasî li kolêja King a bajarê Londonê û pisporê karûbarên Herêma Kurdistanê Dr. William Park, ev guherîn tenê bo wê yekê ye PDK û YNKê şer ligel hev nekin: “Ji alîkî ev prose karekî başe û amaje ye ku YNK û PDKê berdewam in di hevbendiya xwe de, lê ji alîkî din ve ev nîşan e jî ku heya niha du rêveberî, du paytext û gelek du tiştên din li Herêma Kurdistanê hene.”

Di demekê de ku gelek kes, ji wan jî aliyên dijberiyê peymana stratejîk a di navbera PDK û YNKê de wek astengiya serekî li pêşber pêşveçûna demokrasiyê dibînin, herdu alî hevbendiya xwe wek garantiyeke girîng dibînin ku bo qonaxa piştî şerê navxwe pêwist bû. 

Nêçîrvan Barzanî ku piştî yekkirina rêveberiyên Hewlêr û Silêmaniyê serokatiya yekemîn kabîneya hevgirtî ya hikûmetê kir, li ba gelek kesan di vê hikûmeta nû de jî rastî gelek astengiyan tê, nemaze di demekê de ku Iraq û navçe rastî geşbûn û pirsgirêkên nû hatiye. Li ser asta hundir jî, dijberiyeke xurt peyde bûye ku ne amadeye tevî hikûmetê bibe.

Bi baweriya lêkolerê siyasî li peymangeha Independent a Amerîkî Dr. Ayven Eland, kêşeyên ku divê hikûmeta li ser wan kar bike, di pileya yekê de çareserkirina kêşeyên navxwe û rêkxistina nav mala kurdan e: “Divê berpirsên kurd kêşeyên xwe yên navxwe çareser bikin, dawî li sîstema du partiyên serdest bînin û sîstemekê ava bikin ku rê bide hemû partiyan rikberiyê bikin, herwiha yekkirina gelê kurd li hember metirsiyên derveyî ku gefan li Herêma Kurdistanê dikin.” (Rûdaw)


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Sefera Noel û Celadet Bedirxan ya Kurdistanê

Li Bernameya Dîroka Me ya televizyona KURD 1 de Malmisanij di derbarê sefera serbazê Britanî E. W. C Noel û Mîr Celadet Bedirxan ya Kurdistanê û di dîroka dema nêzîka Kurdistanê de zanyariyên nû pêşkêş dike...



Konfranasa Hewlêrê payama piştgirya kurdên rojava bû
  Rojên 28 û 29ê Çileyê revenda kurd ya rojavayê Kurdistanê li Ewropa kongreya xwe li bajarê Hewlêrê saz kirin. Beşdarvanên kongrê dibêjin ku ev kongre ...
Piştî salekê Nêçîrvan Barzanî dîsa serokwezîr e
Li gora çavkaniyên ji polîtbîriya PDK, di Îlona sala 2011 de, Nêçîrvan Barzanî posta serokwezîriyê werdigire....
10 Kurdên Sûriyê ji Silêmaniyê tên derxistin
Bi hinceta nebûna îqamê 10 Kurdên Sûriyê ji Silêmaniyê tên derxistin...
Eger em daxwaza dewleteke Kurdî bikin em ji vê yekê şerm nakin ‘
Kanala El-Cezîre hevpeyvînek ligel serokê Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Dr. Ebdilhekîm Beşar çêkir û çend pirsên ...
PDK hemû dozên li ser rojname û nivîskaran paşde dikşîne
Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragehand ku PDK bi azadiya  bîrûbaweriyan ve girêdayî ye û wek nîşanên ...