Malper | Polîtîk | Axavtinên PYD-ê wek yê Bahçelîne

Axavtinên PYD-ê wek yê Bahçelîne

Daxûyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê beyannameya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)



Ewê rûn û eşkereye ku Herêma Kurdistanê wekî erkekî netewayetî û bi navê pêşxistina yekrêziya gelê Kurd li Kurdistana Sûriye, hemû hêsankariyekî pêşkêş kir heta ku revenda Kurd ya wî beşa Kurdistanê bikarin li keş û hewayeke azad da rewşa xwe guftûgo bikin. Ji bo vê mebestê jî ji bilî revenda Kurdê Sûriye li derve, hemû hêz û aliyê siyasiyan jî hatibûn vexwendin û li nav wan de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) jî hebû, li dawiyê da ew bi xwe paşve vekişiyan, ne xwe berî ku peşîman bibin behsa kongreyê li gel wan da hatibû kirin û diviya beşdar bibûyan, lê belê li encamêda hemû aliyên vexwendî ji bilî wan hatin, sedema amadenebûna wan vedigere li ser wan bi xwe, ji bo wê yekê radigihînîn ku axaftin û daxûyaniya PYD ku qaşo nehatine vexwendin, tu rastiyekî xwe tûne.

PYD ji bilî wê beyanê jî, li vê qonaxa hestiyara ku Kurdistana Sûriye têda derbas dibê, dixwaze wê axaftina nerast û bê bingeh bêxe nav civaka Kurdistanî ku qaşo kongreya Hewlêr belavbûn û dûberekî dixe nav rêzên Kurd ve, ev lêborîn ji qebaheta berê mezintire, ji ber ku raya giştiya Kurdistanê agahdare ku kongreya Hewlêr ji bo pêşxistina nav mal û yekrêzî û yek helwestiya Kurd bûye û ji bilî wê revenda Kurd û nivîskar û rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe û nuxbeya Kurdên Sûriye bi giştî li bîst û pênc welatên cîhanê, hejmara herî zêdeyê wan hizb û aliyên siyasiyan jî têda amadebûn ku rola wan li meydana siyasî da heye, bila gelê Kurdistanê jî wê hukmê bide, tefreqe û du berekî li ku û li çiyê kongreya Hewlêrê de hatiye kirin‌, ew hemû welatparêzê birêzên beşdar bûn, çawa li kongreyek da amade dibin mebest jê anîna tefreqe bê!, kijan mentiq wê yekê qebûl dike ew hemû xelk û ew hemû hêzên siyasî çavên xwe li hengavek bigrin ku du berekî jê derkevê, yan take aliyek ku ew bi xwe nexwest amade bibê, bi kijan mentiq tenê xwe pê pejirandiye û zêdetirê wê jî belave tefreqeçiye!.

Li dawiyê de yek tişt dibêjîn, ew jî eweye ku axaftin û beyannameya (PYD) rêk li axaftin û daxûyaniyên Devlet Bahçeli diçin û du şêwazên hevşêwe û hevmebestin û li yek nêrîn û eqliyetê jêdera xwe girtiye ji bo dijayetîkirina Kurd, ew axaftin ewqas eşkere û bê pêçahî û pena peyama dijî bi Kurdin, her şîrovekirineke wan jî pêwîst nake.



Berdevkek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

01/02/2012


Nêrîn (1 nivîsand):

R.Sîtav di 02/02/2012 09:26
avatar
"Axavtinên PYD-ê wek yê Bahçelîne"

Mala serokatîya Ba$ûra Welate me ava be. Ew jî edî hedî hedî vê rêxistinê û derdora wê nas bikin.. Ew rêxistin kengî û bi kîjan daxûyanîyên xa weki yên Baçelî nebûne.!? Lê gumane serokatîya me dereng he$ar wan ti$tan dibe.. Yan jî wusa pêwîst dibîne..hwd.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

Şivan Perwer bersîva rexnegiran dide (Video)

Şivan Perwer bersîva rexnegiran dide...



Konfranasa Hewlêrê payama piştgirya kurdên rojava bû
  Rojên 28 û 29ê Çileyê revenda kurd ya rojavayê Kurdistanê li Ewropa kongreya xwe li bajarê Hewlêrê saz kirin. Beşdarvanên kongrê dibêjin ku ev kongre ...
Kongreya Netewî û BDP
Eve demeke gelek dirêje pirsa kongreya Netewî di rojeva tevgera azadixwaz a kurd de ye. Piştî îstiqrarbûne rewşa herêma Kurdistanê li Başûr û vê yekê ...
Serok li kongreya revenda kurdên Suriye li Hewlêr (vîdeo)
Îro 28.01.2012 li Hewlêra paytexta Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê axaftinek pêşkêş kir û axaftina xwe de bi xêrhatina hemû mîhvanan kir. Eve jî naveroka axaftina Serokê herêma Kurdistanê ye......
Semînerek li ser kongreya Hewlêr
Kongirê Hewlêrê yê revenda kurd ji Sûriyê, daxwaz û encamên wî Li Alamanya bajarê Berlînê li ser Kongirê Hewlêrê yê revenda kurd ji Sûriyê, daxwaz ...
Konferansa Medya Kurd
Konferansa Medyaya Kurd dê di navbera 25-26ê mijdarê de li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê pêk bê. Rojnamevanên ku dê beşdarî konferansê bibin û axaftin bikin ...