Malper | Polîtîk | Serokwezîrê Kurdistanê dest ji karvekişand

Serokwezîrê Kurdistanê dest ji karvekişand

Îro serokê hukumeta herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih, nameya destjikarvekişandinê pêşkêşî serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî kir. Ev deqê nameya Berhem Salih serokê hukumeta Kurdistanê ye.


Bi navê Xwedê yê mezin û mihrîban

Cenabê kak Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Cenabê serok
Silvekî germ…


Di 28/10/2011`an du sal bi ser destbikarbûna min wek serok encumena wezîran derbas dibin, li gor rêkeftina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê , ku her du pêkhateya lîsta Kurdistanî ne, maweya serokayetiya encumenê bi du salan hatiye diyarkirin, li ser vê bingehê jî û bi vê nameya destjikarkêşana xwe pêşkêşî we dikim û bi hêviya ku biryaya pêwîst li ser pêkanîna hikûmeta nû ya herêmê.

Ez hêvîdar im ku di wan du salên borî de, min û hevalên xwe yên encumena wezîran karîbe xizmeta gel ş niştiman bikin û karwana hukimraniya xwe bi xwe ya KUrdistanê berev pêşde biribe, ji kûraniya dil de spasiya we dikim bo piştîvanî û hevkariya we ya berdewam, helwesta camêrî û niştimanperweriya we cihê rêzê ye.

Tika dikim ku hûn dilniya bin ez ê li her cî û pêgehekê bim, ez ê hemîşe hevkar bim ji bo gihîştina azadiya yekcar ya gel û pitewkirina hukimraniya tendirust û demokrasiyê li Kudistanê.


Digel rêz û silavên bê ednaze yên birayê we

Berhem Ehmed Salih


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Serokê Parlementoya Awropa Jerzy Buzek pêşwazî li Leyla Zana kir

Serokê Parlementoya Awropa Jerzy BUZEK , li xaniyê parlementoyê pêşwaziya siyasetmedara kurd Leyla Zana kir.Ji bo bêhtir agahdariyê liv ê lînkê biteqînin.ftp://epavvideoget:mo12ssb@ftpeps01.europarl.eu.int//epavvideo/CabinetPresident/Buzek_Zana   ...



Salih roja rojnemegeriya kurd pîroz kir
Serokê hukûmeta herêma kurdistanê Berhem Salih, bîranîna 112 salîya rojnamegeriya kurdî pîroz kir û daxwaz kir, ku ev bîranîna han bibe egerekî dinê pêkanîna demokrasîyê ...
Sersaxiya wefata Hemaîl Xanê- Mehemed Emîn Bozerselan Cenabê serokê birêz ê Kurdistana azadKak Mesûd Barzanî hêja û qedirbilind Min xebera reş a di heqê wefata dayîka we ya qedirbilind da, bi xemgîniyeka pir ...
Berhem Salih û Mehmûd Ehmedî Nejad civiyan
Duhî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Berhem Salih ji aliyê serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad ve hate pêşwazîkirin. Di destpêka hevdîtinê de Berhem Salih li ser ...
Serxweşiya wefata Hemaîl Xanê- Wezîrê derve yê Îranê Bi minasebeta koçbarbûna rehemtî dayika serok Barzanî îro wezîrê derve yê Îranê Elî Ekber Salihî persenameyek pêşkêşî serok Barzanî kir.Serokê herêma Kurdistana Îraqê cenabê birêz ...
Serok Barzanî ji bo bîranîna dayîkbûna Mesîh pîrozbahiyên xwe pêşkeş kir
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo bîranîna roja ji dayikbûna pêxember Îsa yê Mesîh (silavên Xweda lê bin) nameyeka pîrozbayîyê pêşkêşî Xrîstyanên herêma Kurdistanê, ...