Malper | Polîtîk | "Xitaba Ciwanan" ya Ataturk ne ayet e!

"Xitaba Ciwanan" ya Ataturk ne ayet e!


Alîkarê Serokê Giştîyê AK Partiyê Hüseyin Çelik, di derbarê xîtaba Atatatürk yên ji bo ciwanan wiha got: ‘Hûn Atatürk nikarin bi qanûnan bidin heskirin, qanuna parastina Atatürk jî çiqas rewşek ecêpe’.

Hüseyin Çelik beşdarê  bernameya  televizyonek taybet bû û li vir daxûyanîyên girîng da.

Çelik,  derheqê sond û xîtabeya ciwanan da axivî û wiha got: ‘ Ma qey ev yek ayete Xwêdê ye. Hûn nikarin bi qanunan  Atatürk bidin heskirin. Tiştek wiha xelete.  Atatürk  Komara Tirkîyeyê damezrand ne wisa, lê hûn lêdinêrin ku,  xwestine  Atatürk jî  bi qanunan  bidin heskirin. Ev çi rewşeke ecêp û şaşe.’

Alikarî Serokê AK Partiyê Çelik diyar kir ku,  di şera rizgarbûnê da, Atatürk  tevgera  azadîya gelê Tirk birêvebirîye , damezrînerê Komara Tirkîyeyê ye û  wiha pê da çû : ’Xwestine lehengê komarê, bi darê zorê bidin heskirin. Ê ku li vê welatê bijî, gelê ji Atatürk  teqez  hez bike. Tiştek wiha xelete.  Ma mirov yeke mîna Atatürk çawa bi zorê  dide heskirin.’

Çelik mijarê anî ser xîtaba ciwanan u wiha dewam kir: ‘ Li dibistanan xwendina  Sond û Xîtabeya  Cîwanan, gelê êdî  were nîqaş kirin.Divê em ji vî netirsin. Kî nivîsîye xîtabeyê? Mirovek. Yanê Reşit Galip. Ma qey  tiştê ku nivîsîye emre Xwêdêye, ayete ku ney rakirin. Gelê raya gîşti van mijaran bê tirs nîqaş bike êdî. Hewce dike, nake?  Bila bifikirin.”

(Xeberenkurdi)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Serokê Kurdistanê: Piştî çend rojeke din pirsa Serokayetiyan jî dê bête axaftin(Video)

Piştî qedandina kombûna serekiya serkirdeyên Iraqiyan li çarçêweya destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo kombûna li Hewlêr ku Serokê lîst û qewareyê siyasiyên Iraqê amade bûbûn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevanî da naveroka vê civînê ji bo rojnamevanan xiste rû û nîşan da ku li vê civînê de astenga derûnî bi yekcarî hatiye şikandin û serkirdeyan karîn rû bi rû hemû pirsgirêkan li gel hevdû behs bikin....



Li Amedê peykerê Atatürk hate şewitandin
Li Amedê grûbekî xortên Kurd peykerê Atatirk şewitandin. Li Amedê bi danê êvarê ji aliyê grûbekî xortên Kurd ve li qada derê çiyayê peykerê Atatürk hate ...
28'ê Avrêl
28'ê Avrêl Di sala 1937’an û di rojekî wekê îroyê de Yek ji serokên Serhildana Dêrsimê Elîşêr û Zarîfe Xanim, bi awayekî bê dadgeh ji aliyê ...
31'ê Berfanbar
31'ê Berfanbar Di sala 1994’an û di rojekî wekê îroyê de Ekrem Cemil Paşa li Şamê jiyana xwe ji dest da. Ekrem Cemîl Paşa (d.b.22'ê reşemiyê 1891 ...
Lêborîna serokwezîr, berteka ecêp a Kiliçdaroğlu
Di mijara Dersim’ê de em hatin noqteyeke pir sosret. Hûn dixwazin em vegerin destpêka vê pêvajoyê. Vê niqaşê kê da destpêkirin em ewil wê bînin ...
Ji bo zarokên Qilebanî mewlûd tê xwendin
Ji bo zarokên Kurdistanê yên ku di êrîşa hewayî ya Dewleta Tirkiyê de di dîroka 28.11.2011an de li gundê Roboskiyê hatine şehîdkirin; bi pêşengiya hin ...