Malper | Polîtîk | Divê gotara hevbeş ya kurda hebê

Divê gotara hevbeş ya kurda hebê

Milkiye Birtane û Nîmet Abdullah

 
Şanda BDP-ê li Hewlêra paytextê Kurdistanê dest hevdîtinan kir. Şanda BDP-ê  hevdîtinên xwe li gel partiyên siyasî û hinek dezgehên hukumî pêktîne.Heta niha  şanda PDP-ê li gel sekreterê Mekteba Siyasî ya PDK-ê Fazil Miranî hevdîtinek pêkanîne û herweha civînek berfireh li gel Yekitiya Parlementerên Kurdistanê kirin.

Endamê şanda BDP-ê Mulkiye Birtanê di daxuyaniyek ya xwe de da kifşkirin ku, ew havdîtinan li ser rewşa siyasî ya Bakurê Kurdistanê dikin û pirsa pêkanîna kongreyek netewî gotubêj dikin.

Di vê derbarê de Birtane got:Sedemê bingehîn yê hatina me ji bo Kurdistanê, gotubêj kirina di derbarê pêkanîna kongreya netewiye. Ji ber ku cenabê serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ragihandibû ku dê îsal kongreya netewî bête civandin.

Di berdewambûna axavtina xwe de Birtane got: Divê hêdî kurd bi hebûna bernameyek hevbeş û stratejîk karê xwe bikin. Ji bo vê jî rewş îro destdide ku kongreya netewî bicive û gotarek hevbeş a kurdî pêkwerê. Wek serokê Kurdistanê jî dayî xuyakirin dema civandina kongreya netewî hatiye.

Herweha serokê yakitiya parlementerên Kurdistanê Nîmet Abdullah jî da xuyakirin ku, ew amadene  di derbarê civandina kongreyek netewî de alîkariya hemî aliyan bikin.

Rojevakurd/Hewlêr


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Ferhad Pîrbal bang li rewşenbîrên Silêmanî dike! Bê deng nebin! (Video)

Ferhad Pîrbal bang li rewşenbîrên Silêmanî dike! Bê deng nebin!...



Kongreya Netewî û BDP
Eve demeke gelek dirêje pirsa kongreya Netewî di rojeva tevgera azadixwaz a kurd de ye. Piştî îstiqrarbûne rewşa herêma Kurdistanê li Başûr û vê yekê ...
Serok Barzanî pêşwaziya Ahmet Turk kir
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li Selehaddîn pêşwaziya Ahmet Turk û şanda pêre kir. Îro serokê Kurdistanê li bajarê Selehaddîn hevdîtinek li gel Ahmet Turk û ...
Şanda parlementoya Tirkiye li Roboskê bû
Îro Şanda parlementoyê ya lêpirsîna mafê mirovan ji bo lêkolînê di derbarê komkujiyê de bikin serdana gondê Roboskê kirin. Şanda parlementoyê li gel himayek leşkerî ...
Barzanî serdana Ewropayê dike
Serok Barzanî ji bo beşdarbûna Kongreya Hevpeymanê Demokratan berev Roma yê birêket...
Nûbûn Dadwerî Hevrejiyan...
Kongreya Partiya demokrat a Kurdistanê ya 13-ê li Hewlêr a paytextê Kurdistanê civiya. Gelek mêvan ji welatên biyanî, ji Iraqê û Kurdistanê tevlkî Kongreyê bûn.  ...