Malper | Polîtîk | Beşek ji kurdan çi dibêjin..?

Beşek ji kurdan çi dibêjin..?

Hinek siyasetmedar, rewşennbîr û nivîskarên kurd, di derbarê doza ji aliyê dozerê xwedî desthilatdariya taybet li Diyarbekirê ji bo kujerên failê wan ne diyar hatî destpêkirin û di nav de kuştinên ku rêxistinên wek PKK-ê û Hizbulahê jî kirîn, dîtinên xwe gotin.

Dozerê xwedî desthilatdariya taybet li Diyarbekir, di derbarê kuştinên ku kujerên wan ne diyar dest lêpirsînekî dike. Di vê derbarê de  dozer wê dîtina hinek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd jî bistîne. Di vê derbarê de siyasetmedarên ku dozer serî li dîtina wan bide axavtin . Li gora nûçeya rojnama Zamanê van kesayetan di vê derbarê de ev tişt gotin.

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Ibrahim Guçlu: Siyasetmedarên kurd, rewşenbîr, dezgehên sivîl,berpirsên olî,heta BDP di derbarê lêpirsînê kuştinên Ergenekonê û rêxistinê wek Ergenekonê kirîn, ku  li vî aliyê Firatê pêknayê gazind dikiran. Di bingehê xwe de dema BDP-ê ev pirs anî rojevê politîk hereket kir û ne gelek bi dilê wan bû.

Ji ber ku dizanîna ku kuştinên li herêma kurda hatîn kirin ji aliyê Ergenekonê, JITEMê û rêxistinên wek wan ve hatine kirin û herweha kuştin ji aliyê PKK û Hizbullahê ve jî hatine kirin. Di derbarê lêpirsîna dozerê Diyarbekirê de  hinek têbinî şikên min hene, lê ezê cardin li ser hinek bûyerên rasteqênî dîtinên xwe jê re bêjim.

PKK-ê ji berî 12-ê îlonê hinek partiyên kurd û berpirsên wan kirin armanca êrîşên xwe û hevalên wan hatin qetil kirin. Herweha em kesayetên ji PKK-ê cuda bûyîn jî gerek di zemînekî de dîtinên wan jî bêne standin. Ez bawerim divê ji bo guhdarîkirna wan zemînek bête amadekirin.

Serokê KADEP û parlementerê Diayrbekirê Şerafettin Elçî: Eger kuştinek hebê divê li ser lêpirsîn bête kirin.Lê eger tu delîlên cidî tunebin, mirov hineka tawanbar bike û di vî warî de dadweriyê bi kar bîne ne baş e. Lê delîlên ciddî hebin kî çi kiribe bila bê zelal kirin.

Serokê HAKPARÊ Bayram Bozyel: Divê Tirkiye bi dîroka xwe re, rû bi rû bibe. Divê di vî warî de jî Faîlên meçhul(kuştiyên bêserûşûn bûyin) yên PKK-ê jî bête lêpirsîn. Divê bi awayek bê layan û hemdem hesabê van bête pirsîn. Bê goman ev gava tê avêtin gelek baş e. Ji bo kesên ji aliyê PKK-ê ve hatîn kuştin eşkere bibe , divê zemînek demokratîk û aşitiyane peyda bibe. Ji berku li herêmê heja mexdurên mezin hene. Deme kesên mexdur hebin gelek pirsên din piştguh têne kirin. Heyne gavên bêne avêtin wek wek gavên siyasî bêne nirxandin.

Serokê Gruba diyalogê ya Dicle û Firat Muhittin Batmanli: PKK-ê bi hezaran insan kuştine. Divê ev eşkere bibin. Insanên Hizbullahê kuştîn, Cerdevanan kuştîn û yên JITEMê kuştîn gelekin.Bila lêpirsîn di derbarê van hemûyan de bêne kirin.Heçku  PKK-ê tiştek nekiriye dibêje ``Akil Adamlar``(Kesayetên rêhsipî). Ev ne mafê waye ku vê bêjin.Ne mafê Hizbullah e vê bêje. Kesên ku destê wan di nav kuştinê de tunebin dikarin van tiştan bêjin.

Edîtorê malpera Serçavan Şûkrû Gulmuş: Dewlet û PKK du hêzên ku şer dikin. Ne raste aliyek vê lêpirsînê bike. Lê eger dozer wek gavek demokratik vê lêpirsînê bike ev dibe mînakek. Ez JITEM-ê wek dezgehekî nabînim. Dewlet bi xwe ye. Dewlet, PKK û Hizbullah wek sê hêzên bingehîn şer kirine. Ew hêzên beşdariya şer kirin  kifşe. Kî lêpirsîne li ser pirsa kuştinên faîlî meçhul bike ez dibêjim: Eger ez bikaribim werim welatê xwe ezê van tişta ji dozer re bêjim. Eger ev lêpirsîn bê kirin divê li ser yên Dewletê, PKK-ê û Hizbullahê bête kirin û herkes di derbarê yên xwe de tişta dizane bila bêje.

Berdevkê tevgera şoreşgerên demokratên Kurd Halim Ipek: Divê ji berî çendên salan  di derbarê înfazên ku PKK-ê kirî lêpirsîn bihata kirin. Derengbê jî gavek girîng hatiye avêtin. Ez bawerim ku wê lêpirsînên adil me ber bi zelalbûnê ve bibe. Em divê bi gel çewtiyan ser rêya xwe berdewam bikin. Ev bûyer li ser navê dewletê yan jî rêxistinê hatibin kirin ferq nake. Tiştek li ser qirêjiyê naye avakirin. Ev lêpirsîn rû bi rû bûneke.Evê pêşiya me veke. Ez ji bo çareseriya pirsê gelek bi hêvîme. Bawerim çareserî nêzik bûye.

Rojevakurd/Diyarbekir

 


Nêrîn (1 nivîsand):

Berzan Baran di 03/02/2012 11:46
avatar
Brêz Serefettin Elci dibe eger kuştinik hebe bila lepirsîn bibe. Ev çiye brêz Elci,Tu heni şik diki ku kuştin heye ya nine? Bi hezeran ciwanen welatparez bi deste PKK hatiye kuştin.Abdullah Öcalan di axaftinekê xweda got.15 hezar infaze me yê nav xwe heye.Tu dibê erger kuştinik hebe. Ev ne siyasete brêz Elci.Ez wi ditine te rexne û şermezer dikim.Hedi bese tu bi gelê kurd dikeni
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr û Silêmaniyê reviyan

  Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr  û Silêmaniyê reviyan Firaksyona Îraqiye ku Eyad Elawî seroaktiya wê dike, duhî roja şemiyê 17-1-22011ê, biryar da ku êdî beşdarî di ...



JITEM-ê Bitlis kuştiye
Fermandarê giştê yê Cendirma Orgeneral Eşref Bitlis, sala 1993-ê di encama ketina balafira wî ya taybet jiyana xwe ji dest dabû. Gelek kesan ev bûyer ...
Damezrênerê JITEM-ê li xwe mikur tê
Li ser beyan a Arif Dogan, dozeröê doza Ergenekonê îro ji bo ku lêpirsînekî li gel bike ew xwest dadgehê. Tiştên ku Dogan li ji ...
Başbug derdikevê himber dadgehê
Dozerê doza ErgenekonêZekeriya Oz xwe amade dike ku êfada serokerkanê berê Ilker Başbug bistîne. Dozerê doza Ergenekonê çend nivîs rêkirine fermandariya giştî ya leşkerî û hinek ...
``Failî Mechul`` tawanbar dewlet e
Li Tirkiye di qonaxêkî de gelek tiştên taybet çêbûne. Gelek caran behsa dewlet a kûr yan jî hêzên dewletê yê tarî hatiye kirin û tê ...
Gelo dîrok paşve vedigere?
Li Kurdistanê cardin hinek bûyerên balkêş dibin. Piştî destpêkirina projeya hukumetê ya bi nave `` Vekirina demokratîk`` pêvajoyek nû destpêkir. Di destpêka vê pêvajoyê de ...