CivakDosya

Prosesa cîbicîkirina referandumê tê bileztirkirin

Li Selaheddîn Encûmena Bilinda Referandûmê bi serpereştiya  Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna  Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî li darxist.Li civînê de naveroka serdana Wezîrê Berevaniya Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê û helwestên herêmî û navdewletiyan li ser referandûmê hate guftûgokirin û piştî gûhgirtina li rapor û encamên guftûgoyên şanda danustandinkarê Herêma Kurdistanê li gel Hikûmet û aliyên siyasiyên Iraqê û balyozxaneyên li Bexda, civînê de gihîştin van encamên xwarê:Yekem: Civînê de pêzanînên xwe ji bo kar û eday yekgirtiya şanda danustandinkara li Bexda hebû û tekez li ser berdewamiya guftûgo û danustandina li gel Bexda ya di derbarê referandûm û paşaroja peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.Dûyem: Dirustkirina komîte û rêwşuwênên praktikiyên proseya referandûm bi leztir bê kirin ji bo encamdana di dema xwe da û ragihandin û şiyana partiyan ji bo palpiştîkirina referandûmê de hemaheng bin.Sêyem: Civînê de piştgîriya xwe li hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çaksazî û li ber girtina rêwşuwênên pêwîst ji bo baştirkirina mûçe û rewşa guzeraniya hemwelatiyan dûpatkir.Çarem: Encûmena Bilinda Referandûmê ji bilî tekezkirina li mafê rewayê gelê Kurdistanê li diyarkirina çarenivîs, têgihîştina tevahiya helwestên navdewletî heye li beranber referandûmê û eve dûpat dike ku referandûmê hîç bandoreke neyînî li ser şerê Da’îşê de nabê û gelê Kurdistanê li sengerê pêş ya şerê terorê de dimîne û li gel hevpeymanan li şerê terorê da amadeyê hemû cûre hevkarî û hemahengî û guftûgoyê ye.Pêncem: Civînê de baweriyeke tevahî bi şeraketa rasteqîneya pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê heye û piştgîriya hemû cûre mîsogeriyek dike ji bo desteberkirina mafên wan.Şeşem: Pêkanîn û şandina şanda danustandinkar ji bo welatên cîran û cîhanê bixe bernameyê karê Encûmena Bilinda Referandûmê.Heftem: Di demeke nêzîk da li ser prensîpên demokratiyan û mafê çarenivîsa xwe konferansek ji bo nivîskar û edîb û rojnamevanên navçeyê û Rojhilata Navîn bi zimanê Erebî li Herêma Kurdistanê bê saz kirin.Encûmena Bilinda Referandûmê23.08.2017 

Back to top button