Polîtîk

PSKS: Rê li ber vegera xelkê Efrînê ser cih û warê xwe girtiye

PDK-Sê ragihand, ku heta niha rê li ber vegera xelkê Efrînê bo ser cih û warê xwe tê giritin û li nav Efrînê bi xwe jî welatî têne girtin û êşkencekirin. PDK-Sê destnîşan kir, ku pêwîst e civaka navdewletî li ser rewşa Efrînê û binpêkirinên di derheqê xelkê wê de helwêst nîşasn bide.Di reporta xwe ya siyasî de, Polîtburoya Partiya demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) da xuyakirin, ku Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di kar û xebatên xwe de berdewam e heta ku sîstema rêveberiyê li Sûriyê bibe federalî û têde mafê gelê Kurd, û mafê tevahiya pêkhateyên din li Sûriyê li gor peymanên navdewletî bihêne parastin.Polîtburoya PDK-Sê  herwiha di raporta xwe de rexne li siyaseta Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) li hember aliyên din û bi taybet ENKSê digire û dibêje, heta niha jî PYD siyaseta bêdengkirinê li dijî berpirs û endamên ENKSê dimeşîne û heta niha jî endamên wan tên girtin.PDK-Sê da xuyakirin, ku ji bo rêgirtina li ber wê zulm û zordariya ku li Efrînê tê kirin, divê dengê nerazîbûnê bigihê civaka navdewletî û saziyên mafê mirovan, daku ew jî xelkê deverê ji vê sitemkariya hêzên tarî biparêzin.Herwiha têkildarî rewşa Efrînê de, ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de ye, PDK-Sê ragihandiye, ku heta niha rê li ber vegera xelkê Efrînê bo ser cih û warê xwe tê giritin û li nav Efrînê bi xwe jî welatî têne girtin û êşkencekirin.PDK-Sê li ser wê yekê destnîşan kiriye, ku pêwîst e civaka navdewletî li ser rewşa Efrînê û binpêkirinên di derheqê xelkê wê de helwêst nîşasn bide.
Back to top button