Nûçeyên Kurdistanî

PSK: Xirapkirina peykera Ehmedê Xanî erîşeka li ser çand û nirxên Kurd e

PSK: Xirapkirina peykera Ehmedê Xanî erîşeka  li ser çand û nirxên Kurd e

Êrîşa Kayyuman Berdewam e

Êrîşa kayyuman, ku ji aliyê hikumeta AK Partî ve şuna seredariyan, ku bi dengê gelê Kurdistan hatibûne hilbijartinê, li ser nirx û bahayê Kurd berdewam e.

Berê, peykerên Roboskî û peykerên li ber avahiya Şaredariya Amedê , Ugur Kaymaz, Orhan Dogan û Ehmed Arîf ji aliyên kayyuman ve hatibûnê hilaninê.

Vê carê jî kayyuma Bazîdê, peykera sembola yekitiya netewiya Kurdistan, pîrê çand û zimanê Kurdî Ehmedê Xanî xirap kir.

Sedem çi dibin bila bin, xirap kirina peykera Ehmedê Xanî, erîşeka dinê ye li ser çand û nirx û bahayên Kurd e.

Em bi tundî xirap kirina peykerê Xanî Baba muhkum dikin û daxwaz dikin, ku hêzên welatparêz, demokrat û dilsozên çanda Kurdî dijî kiryarên hanê yên kayyuman dengê xwe bilind bikin.

27.06.2017

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

Nerîna min :

Îro