Polîtîk

PYD Efrinê radesti rejima Suriye dike

Li gora ragihandina Rûdawê, YPG li herema Efrinê hinek devera radesti rejima Bişar Esad dike. Wek tê zanin êrîşên Tirkiye û artêşa Azad a Suriye li Efrinê berdewamin. Blefirên cengî yên Tirkiye herî dawî hinek taxên bajarê Efrinê bombebaran kirin. Hêzên Tirkiye bajarê Efrinê dorpêç kirine.Li himber vê yeke YPG hinek deverên giring radestî hukumeta Suriye dike. YPGê balafirxaneya Munix, Dercimêl û tevahiya Til Rifet radestî rejima Sûriyê kirine.Ji xwe di serî de jî berî ku êrîşên Tirkiye destpêbike, Rusya û Rejima Esad daxwaz ji YPGê kirin ku Efrinê radestî rejimê bike. Lê YPGê ev qebûl nekir û Tirkiye jî bi hemahengiya Rusya û rejima Suriye dest operasyona Efrinê kir.Mademkî hun cihên hesas radestî hukumeta Suriye dikin ku, riza Tirkiye jî bi vê yekê heye, ji bo evkas qurbani hate dayin? Ji bo çi bi hezaran  xelk koçber bûn û ewkas sivil jin û zarok hatin kuştin. Ev leyiztikeke li ser miletê kurd û devera Efrinê tê leyiztin.Mixabin PKK lingek yê vê leyiztikiye.

Back to top button