Nûçeyên Kurdistanî

PYDê hevalekî me teslîmê rejima Suriye kiriye

PYDê hevalekî me teslîmê rejima Suriye kiriye

Berpirsekî Partiya Demokrat ya Kurdistana Sûriyê (PDKS) dibêje, PYDê hevalekî wan teslîmî rêjîma Sûriyê kiriye.

Endamê polîtburoya PDKSê Beşar Emîn ji BasNewsê re got, divê PYD dest ji siyaseta xelet û girtin û sirgûnkirina endam û rayedarên me berde.

Beşar Emîn behsa rewşa rayedarê PDKSê Ebdulrehman Apo, ku ev demek dirêj e ji aliyê PYDê ve hatiye girtin, jî kir û got, em gihîştine wê baweriyê ku PYDê Ebdulrehman Apo teslîmî rêjîma Sûriyê kiriye.

1 Comment
  1. tistin wene dur wan hne

Nerîna min :