Nûçeyên Kurdistanî

Qey ne raste?

Qey ne raste?

 

Sala 2005 bû.

Bibû şeş sal ku Öcalan

hatibû Tirkiyê dema ku çavê wî vekirin ku got:”Diya min jî Tirke, ji xizmetê re amademe” min ew çax digo ev yan peyameke yan jî teqtîqe ke, lê herdû jî nebû; yek bi yek bernama Ocelan bi xwe bû ev gotin.

“Serok Öcalan” piyona dewleta Tirk derketibû heyhat…

Serî de gotinên demokratik dure jî ya mîtolojik mejî binguhev ketibû.

Çar dewletê dagirker bi kuştinê nekarî Kurdan xelas bike, lê Ocelan dest avêtibû mejîyê Kurdan ku na hev bixe.

Ciwanên Kurd ji bo Kurdistan canê xwe dabûn, malbatê wan jî xwedî xwîyna zarê xwe di diderketin, ketibûn destê destê PKK, ewan çi ji wan bixwesta ew ji bona zarê xwe dikirin.

Li Stembol rastê rehmetî Mehmed Uzun hatim silavek lê da ji re got: Xwêdê kir êdî êdî Yaşar Kemalekî me jî heye, spas kir çum li ser meseya xwe.

Dure camêrtî kir dawete mesa ya xwe kir.Li ser kitêbê wî Kurdî û firqa vergerê Tirkî kir kêfxweş dibû.

Rastî jî her çiqas jî wek asta qlasîkên dinyayê  çîrok berfireh nebûya jî xwendina teama zimanê xwe û dema ji dê û bavê re dixwend mîraq û aramiya ruyê wan geş dibû-didît ev bixwe bedelê dinyayê bû.

Min nekarî xwe jê re go: Mamoste tu dîrokê çêtir dizanî, gelo di nav tarixa Kurden de xîyanetek wuha qewimîye?

Geşbûna ruyê wî sar bû, go: “Ez ne siyasetvan im, edebiyatvan im.Naxwazim li ser van mijaran biaxivim lê Kurd mafê xwe helbest bistînin.” Teama sohbeta me sar bibû destura xwe jê xwest rabûm.

Hêrs bibûm, çawa dibû ku zanayek li ser rastiya miletê xwe bê deng bimaya?

Heta roja niha ji dilê min nehat ku kitêbê wî bixwînim.

Duvre çawa ku kevneşopiyek ava kiribû, herkesek bi eynî gotinan xwe bi kitêban re berbirsiyariyê dişuşt û lê xwe giranbuha jî dihesiband dîsa!

Her yekê çuyina dervewelêt derewek ava kiribû nanê sirguniyê dixwarin lê qet yekê jî malbatî nedivegeriya welatê xwe.

Dawiyê piştî salan rojnema Taraf derket, di heypeyvînek te Ehmed Altan bersîva pirsa “We çima dest edebiyatê berda dest avête siyasetê?

bersîvek “Ez ji bona ku welatek tê de edebiyat û huner bê te kirin siyaset dikim.” da bû.

Dure hate girtin parastina ku da dadgehê ne parastin bû, êrişa dirok û pergala Tirkiyê leqand, kes nekarî bersîva wî bide niha jî ji helwesta xwe gavek paş neavêtiye hindur e radikeve.

Madem ji qewla “nivîskar/edeb-iyat” van an dinya guheribû gotin çeka herî mezin bû, gelo hemû tevda çima hêza gotinên ji bo xeml, parastin, berjewendî û xwe biha firotin kar tînin? Mafê dewletbûna Kurdistan naparêzin û erîş çehşê navxweyî û dagirkeran kar naînin?

Lê na, ew bi xwe re mane asê, derdê xwe ne.

Piranî li ser kitêban mafê bê ehlaqiyê bi xwe re jî dibînin!

Wek gotina niviskarek Ewrupî :

“Kurdên ku doza xwe nivcu berdaye siyasetê herimandiye niha jî dest avêtiye edebiyatê diherimî nin.”

Qey ne raste?

Faruk Zent

 

Nerîna min :