Nivîsar

RASTIYA REFERANDUMÊ Û ENCAM

Pîştî serkeftina bi pileyeke bala ya Referanduma Başûrê Kurdistanê, hin dewletên herêmî û hin komik û civatên dijkurd, dev bi fort û zirtan kirine û herwekî gunehkariyeke mezin e ku ji aliyê Kurdan ve hatiye kirin dinirxînin.Kesên siyasî û siyasetmedarên ku ji dengeya dinyayê fêm dikin, bi gotinên xweşbîn daxuyanî didin. Lê hinekên ku pir hisî tevdigerin, ew sînorê edeba siyasî diherifînin û behsa şer û êrîş û kuştinê dikin.Jixwe diyar e ku zimanê Medyaya Tirkiyê, hêj bi têgehandina Kemalîstiyê li pêşber Kurdan radiweste û bi baweriya Şîatiyê re jî dikarin hevkarî bikin. Lê zana û bêrewerên Tirkiyê, bi zimanekî nerm pêşwazî dikin û li pêşeroja Tirkiye û ya Kurdistanê disêwirin.Jixwe serokwezîrê Îraqê, ji ber ku dixwaze şîatiyê xurt bike, îcar ji bo Kurdan bindest bike dikare bi her kesî re hevkarî li dijê Kurdistanê bike. Lê ew hêza suniyan û ya van dewletên ku heta niha xwedîtî li Kurdan kirine naxe hesabê û jibîr dike ku Kurd jî Sunî ne.Di nava van dewletên li herêmê de ya ku dîsa li pêşeroja herêmê disêwire, Tirkiye ye. Herweha fikreke ku Tirkiye xisareke mezin bide Başûrê Kurtdistanê jî niha nayê xuyakirin. Ev hahoya ku wê dorpêça asîmanî deynin ser Bakûr jî, tenê fort û berad in.Bêguman wê Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe diyar bike, lê kengê û çewa girêdayê bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve ye. Hin ji van dewletên ku niha pir qîr û şemate dikin jî, wê serxwebûnê pesend bikin. Di serî de jî wê Hikûmeta Bexdadê bike.Referandum mafekî rewa yê Kurdan bû ku hate kirin. Li herêma Başûr hin kesên ku dengê “NA”yê jî bi kar anîne, ev jî pirdengiya Kurdan bû ku hate kirin. Lê rastî ev e ku Kurdan ev giştpirsî bi kar anî. Encam jî, wê erênî bibe.Bêguman heta ku li Rojhilata Navîn Kurd negîjin mafê xwe, aramî li herêmê û li dinyayê jî çênabe.Welatên dinyaya duyem û ya sêyek, mezinatiya dewletên xwe, di hebûna nexşeyeke berfireh de dibînin. Lê ev jî, ji ber nezanî û tênegehandina wan a siyaysî derdikeve holê. Berî her tiştî aramî, rewşa aborî û zanîna hemwelatiyan girîng e. Serkeftin di van de ye. Yanena, nîvê Afrîkayê ger dewletek be jî, sûdek ji bo bipêşxistina dinyayê re nake.Bi kuştin û wêrankirina welatan jî, tenê dijminatî, rik û bêzîtiya xelkan li pêşberê hevûdu dimîne û bi sedê salan berdewam dike.Xwedayê mezin alîkarê miletê me û neteweyên bindest û belengaz be. 28/ 09/ 2017Zeynelabidin [email protected]

Back to top button