Nivîsar

Referandûm dostanî û birayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Iraqê bi hêztir dike

Serokê Kurdistanê Mesud Barzani ji bo Raya Giştê peyamek belav kir û di peyama xwe de serok dibêje: Dema ku em ber bi serxwebûnê ve gavê tavêjin, bi piştrastiyê ve tevgerên sîtemkarên rejîmên berê yê Iraqê li dijî gelê Kurdistanê li gel birayetiya gelê Kurdistanê û gelê Iraqê nayê têkilhev kirin.Peyama Mesud Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovanGelê Kurdistanê ezmûnekî sed saliya pir bi êş li gel Hikûmetên Iraqî da derbaskiriye. Li vê sed salê da şeraket nehat bi cîh kirin û gelê Kurdistanê tûşî enfal û kîmyabaranê bû. Bi navê gihîştina aştiyê û dûrketina ji şer û giriftên zêdetir, gelê Kurdistanê biryarê daye referandûmê bike û berev serbixweyî yê hengavan bavêje.Ev hengav mafekî xwezayî û sirûştî û rewaya xelkê Kurdistane û nakok nîne li gel tu bingeheke asmanî û însanî. Bi cîhkirina wê mafê bi tu awayekî bi wateya dijayetîkirina hîç pêkhatekî neteweyî û olî ya gelê Iraqî nîne, belku eve danîna bingeheke bi hêze ji bo rêgirtina li têkdana peywendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Iraqê.Her cûre daxuyanî û tevgerek ku bîhna dijayetîkirina birayetî û pêkvejiyanê jê bê tu peywendiyekî bi bihayên bilindên gelê me û siyaseta Herêmê ve tûne û gelek dûre ji çanda pêkvejiyan û lêborîniya gelê Kurdistanê.Ji wê dema berev serbixweyî yê hengavan diavêjîn, bi piştrastiyê ve tevgerên sîtemkarên rejîmên berê yê Iraqê li dijî gelê Kurdistanê li gel birayetiya gelê Kurdistanê û gelê Iraqê nayê têkilhev kirin. Referandûm jî bi tu awayekî kar nake ser berdewamiya dostayetî û birayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Iraqê belku kûrtir û bi hêztir dike. Em dizanîn ku gelên Iraqê jî qurbaniyên ji destên rejîmê dîktatoran bûne û li gel gelê Kurdistanê li yek enî û sengerê da bûne.Daxwaz ji hemwelatiyên Kurdistanê dikîn ku di dema derbirîna li îrade û mafên xwe de, bihayên bilindên gelê me û çanda birayetî û pêkvejiyana dîrokiya di navbera pêkhatên neteweyî û olî li berçav bigrin. Xuşk û birayên me yên li Iraqê divê bizanin ku gelê Kurdistanê sedema têkdana yekparçeyî û şeraket û jiyana hevbeşa li Iraqê nebûye belku rejîmên sîtemkar û hikûmetên Iraqê û siyaseta înkarkirinê sedemê serekî ya têkdana pêkveyî û yekperçeyiyê bûn.Mesûd Barzanî10.09.2017

Back to top button